Neteweyên Yekbûyî bi rêya Rûdawê xwest cezayê îdamê yê ciwanê Kurd bê rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêya Rûdawê peyamek ji Komara Îslamî ya Îranê re şand û xwest ku cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî yê Kurd Nasir Bekirzade bide rawestandin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, "Sekreterê Giştî di hemû rewşan de li dijî cezayê darvekirinê ye."

Li Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê di konferanseke rojnamegeriyê de Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah derbarê girtiyê Kurd ê 27 salî yê li Girtîgeha Urmiyeyê Nasir Bekirzade de pirsek ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric kir.

"Em li dijî cezayê darvekirinê ne"

Stephane Dujarric di bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de ragihand:

"Sekreterê Giştî gelekî eşkere kiriye ku ew li dijî cezayê darvekirinê ye.

Ev helwest bêyî ti cudakariyekê ye û di hemû rewşan de derbasdar e.

Em dixwazin biryara rawestandina bicihanîna wî cezayî bibînin û em dixwazin ew kesên ku ceza li wan hatiye birîn neyên darvekirin."

Berdevkê Sekreterê Giştî amaje bi wê yekê jî kir ku yek ji karên pêşîn ên Neteweyên Yekbûyî parastina mafên mirovan e û got:

"Ev tam ew kar e ku Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Volker Turk dike."

Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan, 25ê Nîsana 2026an Nasir Bekirzade bangî ofîsa bicihanîna cezayan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hatiye kirin.

Li wir cezayê wî yê dawî yê darvekirinê bi fermî jê re hatiye ragihandin ku ji aliyê Şaxa 39an a Dîwana Bilind a Îranê ve hatiye pesendkirin.

Bekirzade berê ji aliyê Şaxa Duyem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ve bi hinceta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" bi cezayê darvekirinê hatibû cezakirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric pirsa Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah bersivand.

Rûdaw: Dadgehê cezayê darvekirinê yê girtiyê Kurd ê 27 salî yê li Girtîgeha Urmiyeyê Nasir Bekirzade pesend kiriye. Wî jî peyameke dengî belav kiriye û tê de bi bêhêvîtî alîkariyê ji rêxistinên navneteweyî dixwaze. Ew dibêje 'tenê tawana wî ew e ku Kurd e û Sunî ye' û hemû tohmetan red dike, ji wan jî sîxuriya ji bo Îsraîlê. Pirsa min ev e; Neteweyên Yekbûyî dikare ji bo wî çi bike?

Stephane Dujarric: Sekreterê Giştî gelekî eşkere kiriye ku ew li dijî cezayê darvekirinê ye, bêyî ti cudakariyekê û di hemû rewşan de. Em dixwazin biryara rawestandina cîbicîkirina wî cezayî bibînin. Em dixwazin ew kesên ku cezayê darvekirinê ji wan re derketiye neyên darvekirin. Yek ji wan karên ku Neteweyên Yekbûyî dike parastina mafan e û ev tam ew kar e ku Birêz (Volkan) Turk (Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan) dike.