Pentagonê mesrefên şerê li Îranê eşkere kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), amarên ewil ên berfireh ên li ser şerê li Îranê parve kir.
Rayedarên Pentagonê ragihand ku di nava zêdetirî 2 mehên şer de mesref gihîştiye 25 milyar dolarên Amerîkî.
Hat diyarkirin ku beşeke mezin a vî pereyî ji bo cebilxane û parastina amûran hatiye xerckirin.
Cîgirê Hesabdêrê Pentagonê Jules Hurst, li ber Komîteya Kar û Çarên Çekdaran a Kongreya Amerîkayê daxuyaniyek da.
Hurst destnîşan kir ku sedema sereke ya mesrefan bikaranîna zêde ya cebilxaneyan, lêçûnên operasyonan û guhertina amûran e.
Rayedaran da zanîn ku tenê di 6 rojên ewil ên şer de 11,3 milyar dolar hatiye xerckirin.
Bi zelalbûna aliyê aborî yê şer û pevçûnan re, tê çaverêkirin ku Koşka Spî bi rêya Kongreyê daxwaza budceyeke zêde bike.
Bandora girtina Tengava Hurmizê
Li aliyê din, mesrefên şer tenê bi lêçûnên leşkerî sînordar namînin.
Ji ber ku Tengava Hurmizê girtî ye, sotemenî li seranserî cîhanê zêde bûye û ev yek rasterast bandorê li aboriya sivîl dike.
Di eniya siyasî de jî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi nûnerên sektora enerjiyê re civiya.
Trump li ser dorpêça li ser benderên Îranê û kêmkirina bandora vê rewşê ya li ser xelkê Amerîkayê dan û standin kir.
Zererên baregehên Amerîkayê
Trump piştî xitimîna dan û standinan hişyariyên xwe yên tund ên li dijî Îranê ducare kir.
Pisporên parastinê diyar dikin ku baregehên leşkerî û amûrên Amerîkayê yên li herêmê, ji tiştê ku ji raya giştî re hatiye gotin gelekî zêdetir zerer dîtiye.
Tê texmînkirin ku ev yek dê bibe sedema bi milyaran dolar mesrefên nûjenkirinê.
Şer vê hefteyê 60 rojî derbas dike û li gorî yasayên Amerîkayê, ji bo bikaranîna hêza leşkerî erêkirina Kongreyê pêwîst e û ev yek pêvajoyê digihîne qonaxeke krîtîk.