Jeremy Hunt: Brîtanya piştgirî li Nêçîrvan Barzanî dike

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand: “Brîtanya piştgirî li Nêçîrvan Barzanî dike.”

 

Piştî ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bi peyamekê hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê pîroz kir, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt jî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

 

Jeremy Hunt di peyamekê de ku li ser twîttera xwe belav kiriye, dibêje: “Keyfxweşim bi hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê. Brîtanya hertim peywendiyeke nêzîk li gel Herêma Kurdistanê hebûye.”

 

Hunt herwiha dibêje: “Brîtanya piştevanî li Nêçîrvan Barzanî dike ku dixwaze yekgirtîbûnê li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê dabîn bike.”

 

Berî demjimêrekê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May jî di twîttekê de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand: “Pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikim, bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, Brîtanya bi hezkirineke mezin ve li benda bihêzkirina peywendiyên xwe li gel xelkê Kurdistanê ye.”

 

Roja Sêşemî 28ê Gulanê Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê civiya û navê 5 berbijêrên ji bo wê postê xiste dengdanê ku di encama dengdaneke aşkere de, berbijêrê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengên parlamenteran weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.