Jinên Kurdên Êzidî li parlamentoya Almanyayê ne

29-06-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Parlamentoya Almanyayê Kurdên Êzidî Panel
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe.


Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene.


Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.”


Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”


Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne.


Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst