Trump: Erdogan êrişa ser hêzên Kurdan li ser daxwaza min rawestand
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku nehiştiye Tirkiye êriş bike ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û dibêje ku leşkerên Tirkiyê dixwestin rêz bibin û biçin ji bo jinavbirina wan kesên ku me li gel wan DAIŞ têk bir, min li Erdogan telefon kir û daxwaz kir ku wiha neke.
Donald Trump li Japonyayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Tirkiye dosyayeke balkêş e, dosyeyeke giran e, wek serok Erdogan, ew jî dijwar e, lê ez berdewam im. Dibe ku ew tiştekî xirab be, lê bi baweriya min bi rastî tiştekî baş e, ji ber eşkere bibêjim ew, pirsgirêkeke wî ya mezin ligel Kurd heye, wek hemû dizanin, 65 hezar leşker li ser sînor kom kiribûn û dixwest Kurdan jinav bibe, ku wan alîkariya me kir li dijî DAIŞê û bi rêjeya ji sedî 100 me xelafet têkşikand. Min peywendî ligel danî û daxwaz jê kir ku wiha neke, ew, li gor min, dijminê serekî yên wî yan Tirkiyê, wî êrîş nekir, leşkerên Tirkiyê dixwestin bikevin rêzê û biçin bo jinavbirina wî xelkê ku me xelafeta DAIŞê ligel wan jinav bir. Ew nikare wêna bike, nekir jî."
Berî konferansa rojnamevaniyê, li bajarê Osaka yê Japonyayê di çarçoveya Lûtkeya G20 de, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan.
Serokê Amerîkayê îdareya Obama tohmetbar kir bi wêya ku nehiştiye Tirkiye Patriotan bikire û hikûmeta Enqerê jî S-400 kirî. Herwiha bi giringî behsa peywendiyên ligel Tirkiyê kir û soz da ku serdana Tirkiyê jî bike.
Donald Trump destnîşan kir: “Rewşeke me ya aloz heye, rê nedabûn Serok ku mûşekên Patriot bikire. Loma yên din kirîn. S-200 an 400, dema dest bi kirînê kirin, vê care îdareya Obama nehişt S-400an bikire. Piştre ku Tirkiyê rêkeftin bo kirîna mûşekan îmze kir, ji nişka ve îdareya Obama daxwaz ji wan kirin ku Patriotên Amerîkî bikirin. Tu nikarî bi wî awayî bazirganiyê bikî, em li çareseriyên cuda digerin, pirsgirêk ev e, ti pirsyar li ser nîne. Em qet nikarin bi wî awayî bazirganiyê bikin. Tirkiye hevalê me bû û me bi hev re karên mezin kirine. Em hevbeşên bazirganî yên mezin in. Em ber bi mezinbûna zêdetir ve diçin. Bi baweriya min ew 75 milyar dolar kêm e. Ber bi wê yekê diçe ku bilez bigihe zêdeyî 100 milyar dolar."
Herwiha di civînê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Ev hevbeşiya me ya stratejîk, me teşwîq dike ku di gelek waran de hevaheng bin. Ez di wê baweriyê de me ku di qonaxa bê de jî ev hevahengiya me bi heman awayî berdewam dibe.”