Biden: Ez dê nehêlim Îran çekên atomî bidest bixe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku heta ew hebe, wê destê Îranê nagihê çekên atomî.
Di dema pêşwazîkirina Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin de li Qesra Spî Biden jê re misoger kir ku ewê rê nedin Îran bibe xwediya çekên atomî.
Di hevdîtinê de Biden diyar kir ku beriya rojekê fermana bombekirina baregehên çekdarên ser bi Îranê ve daye û cihên wan li ser sînorê Iraq û Sûriyê bombe kirine. Wê Amerîka bi biryar rûbirûyî liv û tevgerên Îranê ên têkder bibe û rê li ber bigre ku ew piştgiriya grûbên terorîst bike.
Berdevka Qesra Spî Jen Psaki da zanîn ku ewê Biden di demeke kurt de pêşwaziya serokwezîrê nû ê Îsraîlê Naftali Bennet jî bike, lê rojeke destnîşankirî diyar nekir.
Serokê Amerîkayê Joe Biden “Em pêbendê wê prensîba cîgir in ku tê de maf dide Îsraîlê berevaniyê li xwe bike. Îro jî bi hev re derbarê çend pirsgirêkan de gotûbêjê dikin, di nav de jî Îran. Ez li vê derê ji te re dibêjim heta ez hebim destê Îranê nagihe çekên etomî.”