Trump: Zarokên li Xezeyê ji birçîna êşê dikişînin, her kes vê yekê dibîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser krîza mirovî ya li Xezeyê got, "Zarokên li Xezeyê ji birçîna êşê dikişînin, her kes vê yekê dibîne."

Donal Trump dema ku piştî serdana xwe ya Skotlandê vedigeriya Washingtonê, di balafirê de bersiva pirsên rojnamegeran da û behsa rewşa dramatîk a zarokên li Xezeyê kir.

Li ser pirsa "Gelo hevjîna we Melania Trump wêneyên zarokên ku li Xezeyê canê xwe ji dest dane dîtine", Trump ev bersiv da:

"Wê jî ew wêneyên hovane dîtin ku me hemûyan dîtine.

Eger kesekî hişê xwe ji dest nedabe, dema ku halê wan zarokan dibîne, ji bilî ku bibêje ev tiştekî hovane ye, tiştekî din ji destê wî nayê. Ew zarokên ku ji birçînan êşê dikişînin in.”

“Dayik bêçare ne, nikarin xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin”

Trump bal kişand ser zehmetiyên ku dayikên li Xezeyê dijîn û got, “Hûn dayikan dibînin.

Ew ji zarokên xwe pir hez dikin lê wisa dixuye ku tiştek ji destê wan nayê. Divê ew ji wan re xwarinê peyda bikin.”

Alîkariya xwarinê dê di bin kontrola Îsraîlê de bê belavkirin

Trump qebûl kir ku birçîbûn li Xezeyê bûye pirsgirêke cidî û ragihand ku Amerîka dê 60 milyon dolar alîkariya xwarinê bişîne.

Lê belê, wî tekez kir ku belavkirina van alîkariyan dê di bin kontrola Îsraîlê de be.

Trump got, “Îsraîl dê birêvebiriya van navendên xwarinê bigire ser xwe.

Em di wê baweriyê de ne ku ew dikarin vî karî baş bikin û ew jî dixwazin vê yekê bikin.”

Trump her wiha diyar kir ku ji bo belavkirina alîkariyê dê navendên nû bên avakirin.

Nêzîkatiyeke bi temkîn ji bo pêngava naskirina Filistînê

Trump her wiha derbarê pêngava Brîtanyayê ya ji bo naskirina Filistînê jî daxuyanî da.

Trump diyar kir ku ev mijar ti carî di navbera wan û Brîtanyayê de nehatiye rojevê û got:

“Me ev mijar qet nîqaş nekir û me di vî warî de ti nêrînek diyar nekir.”

Trump anî ziman ku biryarên Fransa û Brîtanyayê bi siyaseta wan a navxweyî ve girêdayî ne û got ku ew beşdarî van helwestan nabe.