Helîkoptereke leşkerî ket çem: Li herêmê qedexe hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Saksonyayê Almanyayê helîkoptereke leşkerî ket Çemê Muldeyê û xebat berdewam dikin.
Cihê ku helîkopter lê ketiye xwarê hatiye tespîtkirin lê di gihîştina wê de zehmetî hene û li herêmê qedexeya leşkerî hatiye ragihandin.
Hat ragihandin ku li Eyaleta Saksonyayê ya Almanyayê helîkoptereke artêşa wî welatî ketiye Çemê Muldeyê.
Hêzên Esmanî yên Almanyayê bûyer piştrast kir.
Hat zanîn ku helîkopter di dema firîneke perwerdeyê de ketiye xwarê lê sedema qezayê hîn ne diyar e.
Îtfaiyeya Herêma Leipzigê di daxuyaniyekê de diyar kir ku heta niha ti agahî derbarê ziyanên canî de negihîştiye destê wan.
Hat gotin ku kontrola trafîka esmanî ragihandiye ku pêwendiya bi helîkopterê re di navbera saet 10:00 û 10:30î de qut bûye.
Nêzîkî saetekê şûnde, werzişvanên ku di çem de bûn, ji hêzên ewlehiyê re got ku wan di nav avê de perçeyên helîkopterê dîtine.
Li ser vê yekê polîsên federal û eyaletê û her wiha polîsên avê çûn cihê bûyerê.
Noqevan jî beşdarî xebatên lêgerînê bûn lê tîman diyar kirin ku gihîştina cihê enqazê gelekî zehmet e.
Hat ragihandin ku li cihê ku helîkopter lê ketiye, miqdareke zêde ya gaza kerosenê rijiyaye nav avê û ji ber vê yekê tîmeke hawarçûnê ya ji 50 kesan pêk tê, beriya dest bi xebatên rizgarkirinê bike, hewl dide rê li ber belavbûna sotemeniyê bigire.
Li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û artêşa Almanyayê (Bundeswehr) herêm wekî qada qedexekirî ya leşkerî ragihand. Lêpirsîn berdewam dike.