Senatorê Rûsî :Mana leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne yasayî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Komîtêya Peywendiyên Navdewletî yê Parlamentoya Rûsyayê Vladimir Jabarov ragihand, eger îdaya ku Amerîka dixwazê sîstema dijî mûşekan li Sûriyê bicîh bike rast be, divê di zûhtirîn demê de rêveberiya Şamê di Encûmena Ewlekariyê de gîlî bike.
Jabarov da zanîn, ku Neteweyên Yekbûyî ti mafek nedayê Amerîkayê daku li Sûriyê bîmîne û li wê derê baregehên leşkerî ava bike.
Vladimir Jabarov got: “Teqez ew karên ku leşkerên Amerîkayê li Sûriyê dikin ne yasayî ne.”
Senatorê Rûsî herwiha diyar kir: “Eger ew îdîa rast be û Amerîka li Sûriyê sîtemên dijî mûşekan danîbin, divê rêveberiya Sûriyê di zûhtrin demê de giliya Amerîkayê li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.”
Hêjayê gotinê ye, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya DAIŞê de hêzên Amerîkayê li Sûriyê dimînin û li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav hemahengiyê de ne. Herwiha li çend cihan jî baregahên wan hene.
Lê di demên dawiyê de agahiyek belav bû ku leşkerên Amerîkayê li Kobanî sîstema parastina esmanî û dijî mûşekan ava kiriye.