Li Swêdê lîstikvanê Kurd hat xelatkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Swêdê lîstikvanê Kurd Amed Bozan xelata ‘Lîstikvanê Herî Serkeftî yê Mêr”wergrit.

Listîkvanê rêzefîlma “Khalifat”ê Amed Bozan li Swêdê xelata “Lîstikvanê Herî Serkeftî yê Mêr” a xelata Kristallen ku xelata baştirîn xelata televizyoniya Swêdê ye wergirt.

Amed Bozan, di fîlma Kalifat a li ser platform Netflixê hatiye belav kirin de, rola DAIŞiyekî dilîst û navê wî di fîlm de Husam e.

Bozan diyar kir ku ew rola çekdarekî DAIŞî ji bo gelek zehmet bûye û çimkî bi gotina wî ew rol li dijî nirx û çanda wî bûye.

Lîstikvanê Kurd dibêje: “Her çend ew rol ji bo min zehmet bû, lê ew erkê lîtekvaniyê ye. Divê ez fêm bikin ew çima vê yekê dikin. Pêwîst bû ku ez xwe bixim li şûna wan û bi wî awayî xwe pêşanî temaşevanan bidim.”

Amed Bozan herwiha da zanîn ku dema fîlm dihat tomarkirin wî gelek kîlo dan û got: “Ez gelek kêm razam, lê tişta zehmet ew bû ku bi awayeke lez veguherîna DAIŞiyekî nîşan bidim. Dema kesek tevlî DAIŞê dibe di destpêkê de wekî herkesî ye, lê piştî du salan hem ji aliyê derûnê û hem ji aliyê fizîkî ve gelek tê guhertin. Em ev guherîna kesekî di heyema du mehan de pêk anî. Ev yek ji bo min gelek zehmet bû.”