18 Photos
Li gelek navçeyên Pakistanê di wan çend rojên dawiyê de lehiyên bihêz rabûne û li gor amarên Rêvebiriya Îdarekirina Karesatên Xwezayî ya Pakistanê, bi sedema lehiyan heta niha 1061 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gor wê saziya Pakistanê, tenê di nava 24 demjimêrên bihorî de 28 kes bi sedema lehiyan canê xwe ji dest dane.
Hikûmeta Pakistanê li welat rewşa awarte ragihandiye û tîmên hewarçûnê û artêşa wî welatî hewla rizgarkirin xelkê û herwiha gihandina alîkariyan bi xelkê mexdûr didin.