Derya bû gora koçberan, 69 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Morîtanyayê, di encama wergerîna keştiyeke ku koçberên neyasayî vediguhastin de 69 mirin.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, keştiya ku koçberên neyasayî vediguhastin û armanca wan ew bû ku ji Gambiyayê here Giravên Kanaryayê yên Spanyayê, li peravên Nuakşota paytexta Morîtanyayê bin av bû.

Di keştiya binavbûyî de 69 koçberên neyasayî canê xwe ji dest da û 17 kesên ku xwe bi sobaniyê gihand peravê hatin rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku di keştiyê de nêzîkî 160 kesî hebûn.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo bi dehan kesên ku di avê de winda bûne berdewam dikin.

Tê texmînkirin keştiya ku ji kapasîteya xwe zêdetir rêwî û bar hilgirtibû, piştî xerabûna motorê wergeriyaye.

Rêya Atlantîkê ya ku ji rojavayê Afrîkayê heta Giravên Kanaryayê dirêj dibe, ji bo koçberên neyasayî wekî yek ji rêyên herî xeter jtê naskirin.

Salên dawî ji ber keştiyên xerab û rêwîtiyên zêde qerebalix, gelek karesatên bi vî rengî qewimîne.

Tîrmeha 2024an, li peravên Nuakşota paytexta Morîtanyayê keştiyeke koçberan bin av bûbû, herî kêm 15 kes miribûn û nêzîkî 200 kesî jî winda bûbûn.