Le Monde: Ban Ki-moon ligel Ehmed Cerba civiya

 Hewlêr(Rûdaw) - Rojnameya Le Monde ya fransî, gotarek bi sernavê, Ban Ki-moon ligel serokê opozisyoneke ku di nava krîzê de ye civiya, belav kir.

 

Di gotarê de hatiye: Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) , Ban Ki- moon, bo yekemîn car, roja 27ê îlonê, ligel serokê opozisyona sûriyê, Ehmed Cerba civiya, da ku wan têvede ser beşdarbûna kongreya aştiyê derbarê Sûriyê de.

 

Ehmed Cerba da zanîn ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê amade bû ku şandekê bişîne vê kongreyê da ku hewla destpêkirina veguhestineke siyasî li Sûriyê bide.

 

Herwiha di gotarê de hatiye: li gor berdevkekî Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-moon pêşwaziya vê pabendbûnê kiriye û Hevpeymanî têve daye ku pêwendiyê ligel grûpên din ên opozisyonê bike da ku şandeke yekgirtî bê dirustkirin.

 

Di beşeke din de ji gotarê hatiye: Delîve li pêş opozisyona Sûriyê, derbarê egera danûstandinên aştiyê de teng bûye û bi taybetî piştî ku çend grûpên çekdar nûnertiya Hevpeymaniyê red kirine û konseya Ewlekariyê biryareke ne li gorî hêviyên wê derxistiye.