Amerîka: Pêwendiyên me yên li gel Kurdistanê naguherin
Washington (Rûdaw) – Helwesta dawîn a Amerîkayê ya piştî giştpirsiyê pir zelal e. Berpirsên vî welatî dibêjin, giştpirsî ziyanê dagihîne pêwendiyên wan ên li gel Başûrê Kurdistanê.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got: “Ji rewangeha me ve pêwendiyên me yên li gel kurdan nayê guhertin.”
Neguhertina pêwendiyan, bi gotina xanima Heather Nauert tê wê wateyê, ku bi tevê daxwazên hikûmeta Iraqê, Amerîka konsulxaneya ya li Hewlêrê nagre.
Rûdawê gefên welatên cîran ên li ser Başûrê Kurdistanê, ji Wezareta Derve ya Amerîkayê pirs kir:
“Gelo li hember cezakirina bi kom a gelê Kurdistanê ti karvedaneke we dê hebe? Ragirtina geştên esmanî, ku piraniya hêlên firokevanî dê roja Înê geştên xwe bidin sekinandin. Li gorî zanyariyên ku tora me ji çend çavkaniyên ji Tirkiye û Îranê wergirtiye, Îran û Iraq hewl didin di demekê nêzîk de, bi destê zorê dest daynin ser xalên sînorî yên Kurdistanê. Gelo ji bo pêşiya vê yekê were girtin Amerîka dê tiştekî bike?”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert wiha bersiv da:
“Em li dijî tundûtîjiyê ne. Hêvîdar in dengê me bi hêz were bihîstin, ku kîjan alî bibe bila bibe, em li dijî rûdanên tundiyê ne.”
Tirkiye dewleteke din e, ku gefan li Kurdistanê dixwe. Îlhan Tanir weke yek ji pisporê naskirî yê karûbarên Tirkiyê tê naskirin. Tanir bikaranîna hêzê ji aliyê Enqerê ve weke kareke bi guman dibîne.
Îlhan Tanir dibêje: “Hemû cure kirdarên serbazî û bikaranîna hêzê dê Tirkiyê zêdetir veder bike û bide aliyekê. Pêwendiyên wan ên li gel Amerîkayê pir ne bi aloz in. Lê pêwendiyên wan ên li gel piraniya welatên cîran xirabûne.”
Piştgiriya ji bo kurdan roj bi rojê li kongres û medyaya Amerîkayê zêde dibe. Stûnnivîsê navdar ê Washington Postê David İgnatius, gotara xwe ya roja Înê bi vê sernivîsê weşand: “Amerîka deyndarê Kurdistanê ye ji bo gengeşeyên piştî giştpirsiya serxwebûnê amoş û nerm bike.”
Piştî ku mezintirîn senator demokratan Chuck Schumer piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihand, vê hefteyê, dengê palpiştên serxwebûnê li Washingtonê bihêztir bû.
Li Kongresa Amerîkayê projeyasayek hatiye amadekirin da ku serxwebûna Kurdistana Başûr were naskirin û biryare di van demên nêzîk de were nirxandin û bikeve dengdanê.