Galeriya wêneyan

29-09-2020
43 Photos

Li wîlayeta Kalîforniya ya Amerîkayê li ciheke din agir bi daristanê ketiye û bi sedema pêla bihêz a bayê û hebûna pûş û giyayên hişik li erdê, agir bi lezeke mezin li daristanên wê wîlayetê belav dibe.

Tenê li herdu bajarokên Sonoma û Napa zêdeyî 53 hezar kesan neçar bûne ji ber şewata li daristanên Kalîforniyayê malên xwe bi cih bihêlin. Herwiha li Santa Rosa metirsî li ser 13 hezar malên xelkê heye.

Ji 15ê Tebaxê ve li daristanên hersê wîlayetên Kalîforniya, Oregon û Washingtonê şewat derketiye, ku di encamê de bi sedan hezar hekatr daristan şewitîne.

Tenê di şewatên vê dawiyê yên li Kalîforniyayê de, 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.


AFP