Leşkerê berê êrişî dêrê kir: 4 kuştî, 8 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Michiganê ya Amerîkayê di dema ayîna yekşemê de êrişî dêrê hat kirin.

Li gorî agahiyan, di vê êrişê de 4 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

Polîsên herêmî ragihand ku êriş li dêreke li bajarê Grand Blancê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, êrişkarekî di çil saliya xwe de bi otomobîla xwe hatiye ber deriyê dêrê û pişt re gule li ser kesên ku beşdarî ayînê bûne reşandine.

Polîsan diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê 4 kes mirine û 8 kes birîndar bûne lê piştî bûyerê li dêrê şewat derketiye û ji ber vê yekê îhtimal heye ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

Her wiha hat ragihandin ku êrişkar piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Gelek tîm sewqî cihê bûyerê hatin kirin û polîs di wê gumanê de ye ku şewata li dêrê bi qestî ji aliyê êrişkar ve hatiye derxistin.

Leşkerê berê ye

Buroya Alkol, Tûtin, Çekên Agirî û Teqemeniyan (ATF) eşkere kir ku êrişkar Thomas Jacob Sanfordê 40 salî yê ji bajarokê Burtonê ye.

Polîs William Renye diyar kir ku êrişkarê ku leşkerê berê yê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bû, piştî ku bi pîkapeke ku du alayên Amerîkayê pê ve daleqandî bûn hatiye dêrê, ji otomobîlê peya bûye û dest bi gulebaranê kiriye.

Renye got ku êrişkar piştî derketina ji dêrê ji aliyê du polîsan ve hatiye şopandin û di nav 8 deqeyan de hatiye kuştin.

FBIyê jî bûyer wekî "kirdareke tundûtûjiyê ya bihedef" bi nav kir.

Heta niha derbarê motîvasyona êrişkar ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek da û diyar kir ku êriş, "êrişeke bihedef" a li dijî Xiristiyanan e û got ku ew dê piştgiriyeke tam bidin rayedarên eyaletê û yên herêmî.