Ji bajarê ku Kurdistan parçe kir banga serxwebûnê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo salvegera 8emîn a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê konferansek hat lidarxistin.
Konferans 28ê Îlonê, bi pêşengiya Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê ya Ewropayê û bi piştgiriya partî û saziyên Kurdan pêk hat.
Beşdarvanên konferansê Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn bûn.
Mêvanan bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan a ji bo serxwebûnê.
Siyasetmedarê ji Rojhilatê Kurdistanê Baban Eliassu got:
“Kurd li Başûr, li gel Rojava wekî aktorekî siyasî li hemberî dewletê, li ser guhertinên siyasî yên Rojhilata Navîn derdikeve.”
"Hikûmeta Îraqê digot Şingal Ereb in"
Welatiyekî ku beşdarî konferansê bû wiha axivî:
“38 salan axa Kurdistanê di destê hikûmeta Bexdayê de bû. Wextê 2014an dema ku ev şer çêbû Pêşmergeyan bi alîkariya her sê parçeyên din çû ji sedî 90ê axa Kurdistanê azad kir.
Berî wê hikûmeta Îraqê digot Şingala ku Kurdên resen ên Êzidî tê de dijîn Ereb in.”
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, 25ê Îlona 2017an li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin û ji sedî 92,73yê xelkê ji bo serxwebûnê dengê 'Erê' dabû.