Rûsyayê hişyarî da: Behsa şer mekin
Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev ragihand ku gotegotên li welatên Ewropayê yên derbarê îhtimala şerê bi Rûsyayê re “divê nebin.”
Medvedev li ser kanala xwe ya Telegramê nivîsî, "Di prensîbê de pêdiviya Rûsyayê bi şerê li gel ti kesî nîne, di nav de Ewropaya kevn a sar jî. Li wir tiştekî ku em bi dest bixin nîne."
Wî her wiha amaje bi wê yekê kir ku aboriya Ewropayê "lawaz e û girêdayî Amerîkayê ye" û ew parzemîn bi "windakirina nasnameya xwe û helîna di nav koçberên êrişkar de" tohmetbar kir.
Medvedev îhtimala ku dewletên Ewropayê bi xwe dest bi şer bikin red kir û diyar kir ku ew "lawaz û parçebûyî ne."
Di heman demê de, wî hişyarî da ku "îhtimala qezayeke kujer" û rîska aloziyê heye ku dikare bibe sedema bikaranîna çekên komkuj.
Medvedev ji destpêka şerê Ukraynayê ve gelek caran daxuyaniyên tund ên li dijî Ewropayê dide.
Daxuyaniyên wî yên dawî rastî demekê tên ku li Ewropayê nîqaşên li ser lêçûnên parastinê û amadehiyên ewlehiyê zêde dibin.