Netanyahu bi navbeynkariya Trump ji Qeterê lêborîn xwest
Helwêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di civîna xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Koşka Spî, bi rêya telefonê lêborîn ji Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman xwest.
Piştî civînê, Koşka Spî plana Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê eşkere kir.
Lêborîn di dema civîna li Qesra Spî de hat xwestin
Benjamin Netanyahu îro cara çaremîn di vê salê de serdana Koşka Spî kir û bi Donald Trump re civiya. Mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina agirbesta li Xezeyê bû.
Berpirsekî Amerîkî ji rojnameya CBSê re ragihand ku di dema civînê de, Benjamin Netanyahu bi telefonê bi Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman re axivî û ji ber êrişa welatê xwe ya li ser Dohayê ku di destpêka vê mehê de pêk hatibû lêborîn xwest.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê û Koşka Spî jî ev pêşketin piştrast kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê de hat gotin, “Îsraîl di pêwendiyeke telefonî de ku Serok Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Serokwezîr Mihemed bin Ebdulrehman re pêk anîn de, ji ber êrişa xwe ya li ser Dohayê lêborîn xwest.”
Ofîsa Netanyahu jî ragihand ku Serokwezîr ji hevtayê xwe yê Qeterî re gotiye, "Ez dixwazim hûn bizanibin ku Îsraîl ji ber kuştina welatiyekî we di êrişa me de poşman e... Ez we piştrast dikim ku Îsraîl niyet nake careke din di pêşerojê de serweriya we binpê bike û min ev soz da Serok Trump.”
Li gorî CNNê, Donald Trump her wiha bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed El Sanî re jî bi telefonê axivî û şêwirmendekî Mîr li Koşka Spî bi Trump re civiya.
Qeterê lêborîn pêşwazî kir
Wezareta Karên Derve ya Qeterê piştî van pêşketinan daxuyanî da ku ew garantiyên parastina Dewleta Qeterê û sozên dubarenekirina êrişan pêşwazî dikin û amade ne ku "di çarçoveya însiyatîfa Serok Trump de ji bo bidawîkirina şerê li Kerta Xezeyê xebatên xwe bidomînin."
Trump spasiya Netanyahu kir
Donald Trump û Benjamin Netanyahu piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê ya hevpar li dar xistin.
Serokê Amerîkayê spasiya Netanyahu kir ku plana wî ya ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê qebûl kiriye.
Trump got, "Hemas hîn plana me qebûl nekiriye lê ez bi hêvî me ku qebûl bike" û anî zimên ku dê vekişîna hêzên Îsraîlê ya ji Xezeyê bi awayekî qonaxî be.