Rewşenbîrên nemsayî banga aştiyê li Tirkiyeyê dikin

Dusseldorf (Rûdaw) - Însyatîveke ku ji bêtirî 80 rewşenbîr, hunermend û akademisyenan ve pêk tê, banga bidawîanîna operasyonên leşkerî û berdewama danûstandinên aştiyê li Tirkiyê dike.

Di nav kesên ku bang destnîşan kirine de, kesên hunermend, medyakar, akademisyen û siyasetmedar jî hene, weke parlementerê Parlamentoya Ewropayê Josef Weidenholzer, parlamentera bi eslê xwe kurd Bêrîvan Aslan, muzisyen û rojnamevan Lakis Jordanopoulos, Prof. Erol Yildiz, polîtolog Thomas Schmidinger û gellek kesên din.

Bi armanca gihiştina aştiyeke adilane, însyatîv van daxwazan dike:

- Bidawîhanîna operasyonên leşkerî

- Lidarxistina hilbjartinên pêşwext yên 1ê Mijadarê 2015 di rewşeke ewle û azad ji bo dengdêran de

- Çavdêriya hilbijartinan ji ajiyê nûnerên saziyên navnetewî ve

Însyatîf di banga xwe de diyar dike: “Bêhejmar ezmûnên ji dîroka komara Tirkiyê nîşana tiştekî didin: Heta ku wekheviyeke civakî ya peymankirî nebe, wê neheqî û serkutkirin – birînên vekirî yên Tirkiyê yên dehsalan - hertim tundiyê li dûv xwe bînin.“

 

Malpera însyatîfê li ser înternetê: http://baris-frieden.at