Li Holendayê hilbijartin, mijara sereke koçberî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Holendayê îro hilbijartinên giştî yên parlamentoyê tên kirin û mijara sereke koçberî ye.

Geert Wildersê ku bi dijberiya xwe ya li hemberî koçberan tê naskirin, bûye yek ji kesayetiyên siyasî yên herî bibandor ên welêt.

“Gelo pêwîst e ku her kes were Holendayê?”

Serokê Partiya ji bo Azadiyê (PVV) Geert Wilders li ser mijara hatina koçberan got:

"Gelo pêdivî ye ku em siyaseta xwe ya vekirina sînoran bidomînin û her kes were Holendayê?

Gelo pêwîst e Holenda bibe navenda penaxwazan? Gelo Holendayî biyaniyan li bajar, gund û taxên xwe dixwazin? Ez ji we re dibêjim, divê em bibin yek."

Li gorî amaran, sala 2019an ji sedî 13,2yê niştecihên Holendayê penaber û penaxwaz bûn lê ev rêje niha derketiye ji sedî 16an.

“Ji bo me dibin sedema qeyranê”

Danielle Vergaouwena ku alîgira Partiya ji bo Azadiyê ye jî got:

"Bê guman her ku diçe zêdetir biyanî tên vir ji bo peydakirina kar an jî ji ber qeyranên welatên xwe direvin.

Ez ji vê yekê fêm dikim lê ew ji bo me dibin sedema qeyrana niştecîhbûnê û zêdebûna bacê."

Zêdebûna helwestên dijî koçberan, ji bo penaxwaz û penaberan bûye sedema gelek astengiyan.

Li gorî amarên Ofîsa Amarên Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), par ji sedî 18ê penaber û penaxwazên li Holendayê rastî nijadperestiyê hatine ku ev rêje di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de ya herî bilind e.

"Ez cudahiyeke zelal dibînim”

Palwasha Hamzada ku berbijara Partiya Keskan e li ser vê mijarê wiha axivî:

"Ez cudahiyeke zelal di navbera Holendaya berê û ya îro de dibînim. Nijadperestî û cudakarî zêde bûye. Her tişt hatiye guhertin."

Cudahiya mezin a di navbera partiyên siyasî de jî ji bo welatiyan bûye sedema dilgiraniyê.

“Em ditirsin ku…”

Welatiyekî jî dilgiraniya xwe bi vî rengî anî ziman:

"Ez bawer im tiştê ku em di rapirsiyan de dibînin ev e ku Partiya ji bo Azadiyê dê piraniya dengan bi dest bixe lê gelek partiyên din dê nikaribin pê re hikûmetê ava bikin û em ditirsin ku ev jî mîna carên berê bibe sedema karesatê."

Ji bo 150 kursiyên parlamentoyê 27 lîste di pêşbaziyê de ne.

Li gorî rapirsiya dawî, tê pêşbînîkirin ku Partiya ji bo Azadiyê (PVV) ji sedî 20ê dengan bistîne û li pey wê hevpeymaniya GroenLinks-PvdA û Partiya Banga Demokrat a Xiristiyan (CDA) tên.

Tê payîn ku ji bo avakirina hikûmetê pêwîstî bi hevpeymaniyeke 3 yan jî zêdetir partiyan hebe.