Çekyayê leşkerê Îsraîlî bi hinceta 'sûcê şer' dersînor kir
Hewlêr (Rûdaw) - Çekyayê leşkerekî Îsraîlî yê yedek li ser bingeha biryara girtinê ya Fransayê dersînor kir.
Leşkerê Îsraîlî piştî ku 15 saetan li Balafirgeha Pragê hat ragirtin, ji bo welatê xwe hat vegerandin.
Wezareta Karên Derve ya Çekyayê bal kişand ser zêdebûna lêpirsînên sûcên şer ên li dijî leşkerên Îsraîlî yên li welatên Ewropayê.
Fransayê biryara girtina wî dabû
Li gorî rojnameya Îsraîlî Yediot Ahronotê, leşkerê yedek ê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, diyar kiriye ku “tevî ku ew ti carî neçûye Fransayê jî, rayedarên Fransî derbarê wî de biryara girtinê derxistiye.”
Leşker gotiye, “Miameleyeke wekî sûcdaran li hemberî min hat kirin û piştî 15 saetan ez neçar mam vegerim Îsraîlê.”
Hat ragihandin ku di bûyera li Balafirgeha Navneteweyî ya Vaclav Havel a Pragê de, rayedarên Çekyayê li ser hişyariya rayedarên Fransayê ketine tevgerê.
Hat destnîşankirin ku biryara daraza Fransayê li hemû herêma Şengenê derbasdar e û rê li ber ketina wî leşkerî ya ji bo her welatê Ewropayê digire.
Wezareta Derve ya Îsraîlê ket dewrê
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê piştî bûyerê bi rayedarên Çekyayê re ket têkiliyê.
Wezaretê diyar kir ku biryara girtinê “rasterast bi erkên wî yên leşkerî ve ne girêdayî ye.”
Lê belê leşker diyar kir ku Fransayê ew bi “tevlîbûna sûcên giran” tohmetbar kiriye û pêşniyar kir ku ev biryar dibe ku bi peywira wî ya yedek a li Xeze û Libnanê ve girêdayî be.
Li Ewropayê dozên sûcên şer zêde dibin
Bûyerê bal kişand ser zêdebûna dozên sûcên şer ên ku li seranserê Ewropayê li dijî leşkerên Îsraîlî tên vekirin.
Rêxistinên mafên mirovan, vîdeo û wêneyên ku leşkerên beşdarî êrişên Xezeyê bûne li ser medyaya civakî parve kirine, wekî delîl bi kar tînin û li dadgehên navneteweyî gilî dikin.
Di êrişên Îsraîlê yên ku zêdetirî du sal in li Xezeyê berdewam dikin de, bi sedan leşkeran dîmenên tundiya li dijî sivîlan parve kiribûn.
Van parvekirinan li gelek welatan bû sedema destpêkirina pêvajoyên darazê.
Wêrankariya li Xezeyê
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrişên Îsraîlê de, ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve 60 hezar û 500 Filistînî ku piraniya wan jin û zarok in, canê xwe ji dest daye û zêdetirî 170 hezar kes jî birîndar bûne.
Wezaretê ragihand ku zêdetirî 9 hezar û 500 kes hîn di bin kavilan de ne û ji sedî 90ê binesaziya sivîl hatiye wêrankirin.