Li Fransayê 4 koçberên Îraqî di kamyonekê de hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê di nava komyoneke sarker de ku gulan vediguhêze 4 koçberên Îraqî hatin dîtin.
Destpêka vê hefteyê li bajarê Rouenê yê Fransayê, li bazareke gulan dikandaran deng ji nava kamyoneke sarker bihîst ku ji Holendayê gul veguhastibûn wî bajarî.
Dema ku deriyê kamyonê vekirin 4 koçber tê de dîtin.
Wan koçberan xwestiye xwe bigihînin herêma Dunkerqueyê ya li ser sînorê avî yê navbera Fransa û Brîtanyayê.
Armanca wan ew bûye ku ji wir bi qeyikên biçûk û di Kanala Îngilîz re derbasî aliyê Brîtanyayê bibin.
Koçberên ku temenê wan di navbera 24 û 31 saliyê de ye, diyar kiriye ku ew hevwelatiyên Îraqê ne.
Dema li Belçîkayê barhilgir rawestiyaye ew lê siwar bûne xwe di wê kamyona ku pileya germê tê de gelekî nizm e veşartiye.
Asta standard a pileya germê di wan kamyonan de di navbera pileyekê di bin sifirê û 3 pileyan de ye.
Eger mirov demeke dirêj di sarkereke wiha de bimîne dibe ku bi hîpotermiyayê bikeve.
Dema germa laşê mirov gelekî nizm dibe û di encamê de dilê mirov disekine û ew rewşahîpotermiyayê ye.
Her çar koçberên Îraqî di rewşeke baş de hatin dîtin û rastî wan pirsgirêkan nebûne.
Meha 10an a îsal jî 11 koçberên din di nava kamyoneke sarker de bi heman şêweyî li Fransayê hatibûn dîtin.
Yek ji koçberan jinek bû ku bi 5 mehan jî ducanî bû û ji ber sermaya zêde rewşa wê jinê xirab bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Polîsê Fransayê ragihand ku ew 4 koçber radestî parêzvanên sînor hatine kirin û ew şandine Belçîkayê.