Almanyayê 934 hezar daxwazên penaberiyê red kirin

29-11-2025
Hêmin Ebdullah
Hinek koçberên li Almanyayê / Wêne: Arşîv
Hinek koçberên li Almanyayê / Wêne: Arşîv
Nîşan Almanya Penaber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Amarên fermî yên herî nû yên Almanyayê yên derbarê koçber û penaberan de hatin eşkerekirin.

Navenda Tomarkirina Biyaniyan a Almanyayê ragihand ku heta dawiya meha Çiriya Peşîna a îsal, daxwaza penaberiya 934 hezar kesan li seranserê welêt hatiye redkirin.

"93 hezar kes xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne"

Di nava kesên ku daxwaza wan hatiye redkirin de 153 hezar Efxanî û 98 hezar welatiyên Kosovayê hene.

Her wiha 93 hezar kes ji wan kesên ku daxwaza wan hatiye redkirin xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne.

2 mîlyon û 400 hezar penaber hatin qebûlkirin

Li gorî daneyan, 2 mîlyon û 400 hezar kesan mafê penaberiyê wergirtiye.

Ji vê hejmarê mîlyonek û 63 hezar penaberan mafê mayîna demkî wergirtiye ku piraniya wan Ukraynî ne.

Rewşa penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Navendê cureyên mafê manê jî ji hev cuda kirin.

696 hezar penaber li gorî Peymana Cenevreyê û 43 hezar penaber jî li gorî Destûra Bingehîn a Almanyayê hatine qebûlkirin.

Her wiha 420 hezar kesan li gorî yasaya "parastina demkî" mafê manê wergirtiye ku piraniya penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji vê yasayê sûd wergirtiye.

Amarên dersînorkirinê

Ev amar di bersiva pirsa Parlamenterê AfDyê Rene Springer de hatin eşkerekirin.

Li gorî amaran, heta dawiya sala 2024an, biryara dersînorkirinê ji bo zêdetirî 72 hezar penaxwazan derketiye lê tenê 20 hezar kes hatine dersînorkirin.

Li gorî zanyariyan, ji destpêka îsal ve heta niha ti welatiyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê nehatine dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst