Mark Savaya: Ji bo Îraqeke bihêz dûrxistina çekan a ji siyasetê yekane rê ye

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mark Savaya Amerîka Îraq Çek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya ragihand ku “dûrxistina çekan ji siyasetê, rêya yekane ya avakirina Îraqeke bihêz e.”

Savaya her wiha diyar kir, “Bi şertê ku pirsgirêka çekên li derveyî desthilata dewletê bi temamî were çareserkirin û rûmeta saziyên fermî were parastin” Îraq dikare li herêmê roleke mezintir bilîze.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya li ser hesabê xwe yê Xê derbarê çekên li derveyî yasayê yên li Îraqê de peyamek belav kir.

Mark Savaya destnîşan kir ku dûrxistina çekan ji siyasetê rêya yekane ya avakirina Îraqeke bihêz e û hişyarî da ku di hawîrdoreke ku siyaset tevlî hêza nefermî bûye de, ti aborî geş nabe.

“Derfeteke dîrokî li pêşiya Îraqê ye”

Savaya “niha” wekî derfeteke dîrokî dibîne da ku Îraq wêneya xwe biguhere û bibe dewletek ku li ser bingeha yasayê hatiye avakirin.

Daxuyaniya Mark Savaya wiha ye:

“Îro cîhan Îraqê wekî welatekî dibîne ku şiyana wî heye li herêmê roleke mezintir û bandorker bilîze, bi şertê ku pirsgirêka çekên li derveyî desthilata dewletê bi temamî were çareserkirin û rûmeta saziyên fermî were parastin.

Di hawîrdoreke ku siyaset tevlî hêza nefermî bûye de, ti aborî geş nabe û ti hevkariya navneteweyî bi ser nakeve.

Niha li pêşiya Îraqê derfeteke dîrokî heye da ku vê rûpelê bigire û wêneya xwe wekî dewletekê biçesipîne ku li ser bingeha serweriya yasayê hatiye avakirin, ne li ser hêza çekan.”

“Divê siyaset neyê xerakirin”

Savaya di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser cudahiya desthilatan û wiha got:

“Bi heman awayî, çespandina prensîba cudahiya desthilatan, rêzgirtina li çarçoveyên destûrî û rêlibergirtina her destwerdaneke ku biryara siyasî xera dike yan serxwebûna dewletê qels dike, girîng e.

Neteweyên bihêz wê demê tên avakirin ku desthilatên cîbicîkar, yasadanîn û dadwerî di çarçoveya sînorên xwe yên diyarkirî de kar bikin û bi rêya mekanîzmayên yasayî yên zelal lêpirsîn bi wan re were kirin, ne bi rêya zextan yan navendên nifûzê.”

“Îraq li ber du rêyan e”

Mark Savaya hişyarî da ku Îraq li ber du rêyan e û anî ziman:

“Îraq li pêşberî xaçerêyeke hestiyar e. Dikare ber bi saziyên serbixwe ve pêngavan biavêje ku şiyana wan a cîbicîkirina yasayê û kişandina veberhênanê hebe, yan jî dikare vegere nav çerxa aloziyan ku barekî giran xistiye ser milê hemûyan.

Tiştê ku îro pêwîst e, piştgirîkirina rêya welêt, rêzgirtina li destûrê, xurtkirina cudahiya desthilatan û pabendbûneke tund e ku kiryarên berbiçav pê re bin ji bo dûrxistina çekan ji siyasetê.

Ev rêya yekane ye ji bo avakirina Îraqeke bihêz ku rêza cîhanê bi dest bixe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst