Dîplomasiya PWKyê ya li Ewropayê: ‘Divê Ewropa xurttir piştgiriyê bide Kurdan’
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û heyeta bi wê re, li parlamentoya Danîmarkayê çend hevdîtin pêk anîn û heyeta PWKyê ji aliyan xwst ku divê Ewropa xurttir piştgiriyê bide Kurdan.
Heyeta PWKyê di çarçoveya serdana xwe ya Danîmarkayê de bi rayedarên Partiya Çep (Venstre) û Partiya Gel a Sosyalîst (SF) re civiya.
Li gorî daxuyaniya PWKyê, di hevdîtinan de rewşa Kurdan, doza girtina PWKyê û pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.
Civîna bi şirîkê hikûmetê re
Heyeta PWKyê 26ê Çiriya Paşîn a 2025an bi Berpirsê Duyem ê Komîsyona Peywendiyên Derve yê Partiya Çep Christian Friits Bach re hevdîtin kir.
Partiya Çep ku xwedî 24 kursiyan e, şirîkê koalîsyona Hhikûmeta Danîmarkayê ye.
Di heyetê de li gel Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclisa PWKyê ya Ewropayê Merd Baran Boskan, Berpirsê Komîteya Danîmarkayê Adnan Axacan û endama komîteyê Selma Akar cih girtin.
Peywendiyên bi Partiya Gel a Sosyalîst re
Heyetê 28ê Çiriya Paşîn jî bi Berpirsê Komîsyona Peywendiyên Derve yê Partiya Gel a Sosyalîst Karsten Hoge û alîkara wî Halîme Ogûz re hevdîtin pêk anî.
Di vê civînê de Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar jî beşdar bû.
Partiya Gel a Sosyalîst bi 18 kursiyan partiya sêyemîn a Parlamentoya Danîmarkayê ye.
"Daxwaza piştgiriyê ji Ewropayê"
Di her du hevdîtinan de şandeya PWKyê derbarê çareseriya doza Kurd û Kurdistanê, daxwazên acîl ên miletê Kurd û doza girtina PWKyê agahî dan.
Şandeyê bal kişand ser helwesta dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî peymanên navneteweyî û nêrînên xwe yên li ser "pêvajoya nû" anîn zimên.
Rayedarên PWKyê ji partiyên Danîmarkî xwest ku Danîmarka û welatên Ewropayê bi awayekî xurttir piştgiriyê bidin mafên neteweyî û demokratîk ên Kurdan.
Nûnerên partiyên Danîmarkî jî girîngiya pêwendiyên bi PWKyê re anîn zimên û behsa xebatên xwe yên di warê mafên miletê Kurd de kir.