Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Fransayê Francois Hollande tekez kir ti çareseriyeke siyasî bi mayîna Serokê Sûriyê Beşar Esed di desthilatê de nîne.
Holland di hevpeyvîneke rojnameya el-Heyat de diyar kir ku berdewamiya êrîşên rejîma Esed bi tenê dê krîza Sûriyê bidomîne û aloztir bike.
Holland ku welatê wî yekemîn welat bû ku danasîn bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê kir, got “Beşar Esed şerê îslamkiyan nake lê belê wan li dijî opozîsyona lîbirhal bika tîne û qurbanî jî her sûrî ne.
Serokê Fransa bal kişand ku ew bi hemahengiya hêzên opoîzsyona Sûriyê kar dikin ji bo ku çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin.
Derbarê kongreya Cenêv2 de ku biryare di 22/1/2014 de bê lidarxistin, Francois Hollande anî ziman ku pêwîste di encama kongreyê de pêvajoya intîqalî li Sûriyê destpê bike û eger ev yek pêk neyê dê tevlîheviya li Sûriyê û navçeyê jî berferehtir bibe.
Li ser rola Îran di krîza Sûriyê de, Hollande tekez kir ku divê Îranê rolekê avaker bilîze ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û pêwsîte naveroka daxuyaniya Cenêv1 jî derbarê veguhestina desthilatê li Sûriyê de qebûl bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse