Trump û Netanyahu dicivin: Rojev Xeze û Îran e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro li Floridayê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re dicive.
Serokê Amerîkayê zextên xwe zêde kirine da ku qonaxa bê ya plana agirbesta Xezeyê dest pê bike.
Ev civîna girîng li havîngeha Trump a "Mar-a-Lago"yê tê lidarxistin.
Hinek berpirsên Koşka Spî ditirsin ku Îsraîl û Hemas di bicîkirina qonaxa duyem a agirbestê de sistiyê bikin.
Beriya niha hatibû ragihandin ku Netanyahu bi xwe daxwaza hevdîtinan kiriye.
Ew dixwaze di meha yekem a sala nû de, pêkanîna hikûmeteke teknokrat a Filistînî ji bo Xezeyê û bicihkirina hêzeke istiqrarê ya navneteweyî ragihîne.
Koşka Spî ragihand, her du serkirde saet 13:00an bi dema herêmî ku dike 21:00 bi dema Hewlêrê bicivin.
Berdevka Hikûmeta Îsraîlê Shosh Bedrosian got ku Netanyahu dê li ser qonaxa duyem gotûbêjan bike ku ji bo Îsraîlê tê wateya piştrastbûna ji wê yekê ku "çek ji destê Hemasê bê derxistin û Xeze bêçekkirin."
Lê Netanyahu di vê civîna xwe ya pêncemîn a sala 2025an a li gel Trump de, hewl dide balê bikişîne ser Îranê.
Medyaya Amerîkayê diyar dike ku Netanyahu zextê dike da ku Amerîka êrişên zêdetir bike ser bernameya nukleerî ya Tehranê.
Bedrosian beriya geştê li gel Serokwezîrê Îsraîlê got, Netanyahu behsa wê "metirsiyê dike ku Îran ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Amerîkayê jî çêdike."
Serdana Netanyahu piştî çend rojên tije liv û tevgera dîplomatîk a navneteweyî ya li Palm Beachê tê ku Trump roja yekşemê mazûvaniya hevtayê xwe yê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy kiribû da ku li ser bidawîanîna şerê bi Rûsyayê re gotûbêjan bikin.
"Divê qonaxa duyem dest pê bike"
Agirbesta Xezeyê ku meha çiriya pêşîn dest bi cîbicîkirina wê hat kirin, yek ji destkeftên sereke yên sala yekem a vegera Trump a desthilatê ye lê birêvebiriya wî û navbeynkarên herêmî dixwazin ew liv û tevger berdewam be.
Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner, destpêka vê mehê li Miamiyê mazûvaniya berpirsên bilind ên Qeter, Misir û Tirkiyeyê kir.
Hevserokê Komîsyona Aştiyê ya "Hevpeymaniya ji bo Du Dewletan" Gershon Baskin ku di dan û standinên nepenî yên bi Hemasê re beşdar bûye, dema civîna Netanyahu wekî "gelekî girîng" bi nav kir.
Baskin ji AFPyê re got, "Divê qonaxa duyem dest pê bike" û anî zimên:
"Ez bawer dikim Amerîkî dizanin ku dereng mane ji ber ku demeke zêde ya Hemasê hebû da ku xwe rêk bixe."
"Ber bi ti cihî ve naçe"
Di qonaxa yekem a rêkeftina agirbestê de Hemasê dîlên zindî û mirî radest kirin ku di êrişa 7ê Çiriya Pêşîn 2023yan a ser Îsraîlê de girtibûn.
Hemasê ji bilî termê dîlekî hemû vegerandine. Her du alî jî behsa binpêkirina berdewam a agirbestê dikin.
Li gorî qonaxa duyem, divê Îsraîl ji pêgehên xwe yên li Xezeyê vekişe û Hemas çekan deyne ku ev xala dawî ji bo tevgera Îslamî xaleke sereke ya nakokiyê ye.
Di heman demê de divê desthilateke demkî herêma Filistînî bi rê ve bibe û Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî (ISF) were bicihkirin.
Malpera Axiosê roja înê belav kir ku Trump dixwaze civîna yekem a "Desteya Aştiyê" ya Xezeyê bi serokatiya xwe di Korbenda Davosê ya li Swîsreyê de di meha kanûna paşîn de saz bike.
Lê amaje bi wê yekê jî kir ku berpirsên bilind ên Koşka Spî hêdî hêdî ji Netanyahu bêzar dibin ji ber ku hewla paşxistina proseya aştiyê dide.
Pisporê Rojhilata Navîn yê Enstîtuya Chatham Houseyê ya Londonê Yossi Mekelberg dibêje:
"Her ku diçe nîşane zêdetir dibin ku birêvebiriya Amerîkayê ji Netanyahu bêzar dibe."
Mekelberg her wiha got, "Pirs ew e ku dê çi bikin, ji ber ku qonaxa duyem niha ber bi ti cihî ve naçe."
Xeze, Libnan, Îran û Sûriye
Li aliyê xwe, Netanyahu dixwaze bi Trump re tekezî li ser bernameya nukleerî ya Îranê bike ku Amerîka û Îsraîlê di meha Hezîranê de li wan dabû lê Îsraîl ditirse ku Tehran mijûlî avakirina wê be.
Îsraîl her wiha tevî agirbestê êrişên xwe yên li ser Xeze û Libnanê didomîne. Pirsa Sûriyeyê jî dê di rojevê de be.
Mekelberg bawer dike ku dibe Netanyahu hewl bide balê ji Xezeyê biguherîne ser Îranê di demekê de ku Îsraîl dikeve sala hilbijartinan.
Ew pispor li ser Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, "Her tişt girêdayî mayîna li desthilatê ye."