Chomsky: Bila Meclîsa Kirklar navbeynkariye bike

30-01-2016
RÛDAW
A+ A-

New York (Rûdaw) - Fîlozof û zimannasê Amerîkî Dr. Prof. Noam Chomsky ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îmze avêt kampanyeyek nû.

Ji bilî felsefevanê navdar Noam Chomsky di nav bangewazikeran de çalakvan û nivîskarê kurd ê Rûdawê Kanî Xulam, CUNY Mary N. Taylor, Kelly Stuart, Eleanor Finley, Fatih Seyhanoglu, Silvia Federici, Havva Kiran jî hene.

Di teksta kampanyayê de behsa qedexeya derketina derve û şer û pevçûnên piştî qedexeyê derketî û bandora wê hatiye kirin.

Di nivîsê de hatiye pêniyarkirin ku şandeke sivîl û serbixwe bila demildest hevdîtinê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bike.

Wek aliyê çavdêr ê seyem jî “Meclîsa Kirklar” ku bi salana li Amedê nûneritiya pêkhatên etnikî û mezhebên cuda dike, hat destnîşankirin.

Hevserokê Şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş jî derbarê vê kampanyayê de ji Rûdawê re got: “Ji bo ev agir bê vemirandin me bangî diyalogê kir.”


Abdullah Demîrbaş diyar kir armanca wan ew e ku rêyên diyalogê ji nû ve vekin û wiha domand:

“Armanca me ew e ku em wekî çavê seyem tevkariyê bikin û diyalogê bidin destpêkirina. Herwiha bangî li herdu aliyan dikin ku vegerin ser rewşa berê. Bila parlamento bikeve dewre û bibe hêza çareseriyê. Pirs bi qedezxeyan û xendeqan nayên çareserkirin bi diyalogê tê çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst