Chomsky: Bila Meclîsa Kirklar navbeynkariye bike
New York (Rûdaw) - Fîlozof û zimannasê Amerîkî Dr. Prof. Noam Chomsky ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îmze avêt kampanyeyek nû.
Ji bilî felsefevanê navdar Noam Chomsky di nav bangewazikeran de çalakvan û nivîskarê kurd ê Rûdawê Kanî Xulam, CUNY Mary N. Taylor, Kelly Stuart, Eleanor Finley, Fatih Seyhanoglu, Silvia Federici, Havva Kiran jî hene.
Di teksta kampanyayê de behsa qedexeya derketina derve û şer û pevçûnên piştî qedexeyê derketî û bandora wê hatiye kirin.
Di nivîsê de hatiye pêniyarkirin ku şandeke sivîl û serbixwe bila demildest hevdîtinê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bike.
Wek aliyê çavdêr ê seyem jî “Meclîsa Kirklar” ku bi salana li Amedê nûneritiya pêkhatên etnikî û mezhebên cuda dike, hat destnîşankirin.
Hevserokê Şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş jî derbarê vê kampanyayê de ji Rûdawê re got: “Ji bo ev agir bê vemirandin me bangî diyalogê kir.”
Abdullah Demîrbaş diyar kir armanca wan ew e ku rêyên diyalogê ji nû ve vekin û wiha domand:
“Armanca me ew e ku em wekî çavê seyem tevkariyê bikin û diyalogê bidin destpêkirina. Herwiha bangî li herdu aliyan dikin ku vegerin ser rewşa berê. Bila parlamento bikeve dewre û bibe hêza çareseriyê. Pirs bi qedezxeyan û xendeqan nayên çareserkirin bi diyalogê tê çareserkirin.”