Parlamenterên hikûmetê û yên mixalefetê bi hev ketin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Maldîvayê di navbera parlamenterên partiya mixalefetê û ya hikûmetê de pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de hakemê parlamentoyê birîndar bû.
Partiya Demokrat a Maldîvayê (MDP) ya mixalefetê dengê xwe yê pêbaweriyê ya ji bo 4 endamên kabîneya Serokkomarê nû Mihemed Muiza paşve kişandibûn.
Ji ber biryara MDPyê, li parlamentoyê ji nû ve dengdan hat kirin.
Di dema dengdanê de, di navbera parlamenterên hikûmetê û yên mixalefetê de nîqaş derket.
Dîmenên pevçûnê li ser torên civakî hatin parvekirin.
Hat destnîşankirin ku parlamenterên partiya desthilatê Kongreya Neteweyî ya Gel (PNC) û Partiya Pêşverû ya Maldîvayê (PPM) bi lêdana vûvûzelayan hewl da ku rûniştinê asteng bikin.
Parlamenter Abdulah Shaheem Abdul Hakem û Parlamenter Ahmed Easa pevçûn.
Hakemê ku di encama pevçûnê de birîndar bû bir nexweşxaneyê.