Nadiya Murad: Divê Şingal û Kobanî werin parastin
Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a Êzidî û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiya Muradê, li gel berpirsên bilind ên Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê rêzehevdîtin pêk anîn.
Muradê hişyarî da ku aloziyên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo Şingal û herêmê metirsî ne.
Nadiya Muradê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku wê li gel Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz û Seroka Komelêya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbockê re civînek pêk aniye.
Mijara sereke ya guftûgoyan rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên dawî yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser herêmên di bin kontrola HSDyê de bûn.
Peyama Nadiya Muradê ya ji bo cîhanê
Nadiya Muradê dilgiraniyên xelkê Şingal û Rojavayê Kurdistanê gihandin berpirsên cîhanê û teqez kir ku "rawestandina tundûtûjiyê mercê sereke yê parastina ewlehî û aramiya herêmê ye."
Muradê di civînan de sê xalên sereke pêşniyar kirin ku ew wisa ne:
1. Parastina aramiya Şingalê.
2. Gihandina alîkariyên mirovî bi awayekî bilez û silamet ji bo herêmên ziyan dîtine, bi taybetî ji bo Kobanî û Hisîçayê.
3. Bihêzkirina hevahengiya di navbera ajansên Neteweyên Yekbûyî de ji bo alîkarîkirina xelkê lêqewimî.
Metirsiya vegera DAIŞê
Keça Kurd a Êzidî daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo rêlibergirtina tawanên li dijî sivîlan, bi taybetî li dijî jin û zarokan, bi cih bînin.
Nadiyayê hişyarî da ku nediyariya rewşê derfetê dide bermahiyên DAIŞê ku xwe ducare birêkxistin bikin yan jî ji hesabpirsînê birevin, bi taybetî dema ku HSD parastina bi hezaran çekdarên DAIŞê û malbatên wan dike.