Robîn Reşvan: Trump her tişt xistiye destê xwe lê Kongre ji bo parastina Kurdan dixebite
Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rojnameger Robîn Reşvan eşkere kir ku Trump her tişt xistiye destê xwe lê Kongre ji bo parastina Kurdan dixebite.
Robîn Reşvan derbarê helwesta Amerîkayê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û projeyasaya “Parastina Kurdan ji Washingtonê beşdarî bultena Rûdawê bû.
Reşvan diyar kir ku her çend niha li Amerîkayê desthilat di destê Serok Donald Trump de kom bûbe jî, di nav Kongreyê de ji bo parastina Kurdan tevgereke xurt heye.
"Trump her tişt xistiye destê xwe"
Rojnameger Reşvan bal kişand ser guherîna pergala biryardanê ya li Amerîkayê û got:
"Niha dewleta Amerîkayê di qonaxeke balkêş de derbas dibe. Rola Wezareta Karên Derve û rola Kongreya Amerîkayê lawaz bûye.
Her tişt ji Koşka Spî û ji aliyê Serok Trump ve tê birêvebirin. Ev yek di her mijara siyaseta derve de wisa ye."
Reşvan her wiha anî zimên ku her çend welatên wekî Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdî hewl didin bandorê li Trump bikin lê li Washingtonê li dijî vê yekê helwestek heye.
Robîn Reşwam di berdewamiyê jî de got,"Daxuyaniyeke hevbeş a Amerîka, Fransa, Îngilistan û Almanyayê hebû.
Her çar dewletan bi rêya wezîrên xwe yên derve û nûnerên taybet daxwaz kirin ku divê rewşa Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê baştir bibe."
"Projeyasaya Lindsey Graham dê were pejirandin"
Reşvan, derbarê projeyasaya ku Senator Lindsey Graham amade kiriye geşbîniya xwe anî zimên û got:
"Ez bawer dikim ku ev projeyasa dê were pejirandin. Çimkî ev pêşniyar ji aliyê her du partiyan (Komarî û Demokrat) ve tê piştgirîkirin. Dema ku her du alî li ser mijarekê li hev dikin, kar hêsantir dibe."
Reşvan destnîşan kir ku ev projeyasa hişyariyek e ji bo Ehmed Şer (Colanî) û birêvebiriya demkî ya li Şamê û got, "Peyam ev e, Hey Ehmed Şer, hey birêvebirên demkî yên Şamê! Hûn nefikirin ku meydan vala ye.
Eger hûn dixwazin Sûriyeya nû bikeve nav pergala Rojavayî û bibe dewleteke normal, divê hûn dest ji siyaseta êrişkariyê berdin û mafên Kurdan nas bikin."
"Lobiyeke xwebexş a Kurdan heye"
Robîn Reşvan bal kişand ser hezkirina Kurdan a di nav partiya Trump de û got:
"Di nav partiya Trump û di nav dengderên Komariyan de hezkiriyên Kurdan pir in.
Ez dibêjim lobiyeke xwebexş heye. Ev ne lobiyeke profesyonel e ku bi pereyan bixebite lê lobiyeke ji dil e ku ji Kobaniyê ve dest pê kiriye û bi sempatî didome.
Ev lobiya xwebexş zextê li Trump dike ku Kurdan bi tenê nehêle."
Reşwan her wiha behsa helwesta Tom Barrack û Marco Rubio kir û diyar kir ku di rojên dawî de nermbûnek di daxuyaniyên wan de tê dîtin ku ev ji bo Kurdan derfeteke nû ye.
"Divê Kurd saziyên xwe ava bikin"
Reşvan di dawiya axaftina xwe de şîret li birêvebirên Rojavayê Kurdistanê kirin û wiha domand:
"Divê Kurd li ser vê yekê bifikirin, saziyên xwe ava bikin. Pêvajoyeke nû dest pê dike. Divê li Washingtonê bi şêweyekî profesyoneltir bixebitin.
Her wiha rola medyaya Kurdistanê û Rûdawê di gihandina dengê Rojavayê Kurdistanê de gelekî girîng e.
Divê Kurd saziyên nû ava bikin da ku karibin bersiva vê krîzê bidin, çimkî heta niha kontrola medyaya cîhanî zêdetir di destê aliyên din de ye."