Swêd: Divê Sûriye ji bo Kurdan jî ewle be

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swêdê derbarê Rojavayê Kurdistanê de dilgiraniyên xwe anîn ziman û ragihand ku "tundiya li hemberî sivîlan bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Wezaretê tekez kir ku "divê li Sûriyeyê mafên Kurdan û pêkhateyan bên parastin."

Wezareta Karên Derve ya Swêdê pirsên karmendê Rûdawê Niyaz Mustafa yên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bersivandin û got, "Em bangî hemû aliyan dikin ku aram bin û bi aqilmendî tevbigerin."

Wezareta Karên Derve ya Swêdê giringî da parastina agirbestê û pabendbûna bi rêkeftinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de.

Wezaretê behsa dosyeya girtiyên DAIŞê jî kir û ev îfade bi kar anîn:

"Em rewşa kamp û girtîgehên ku kesên têkildarî DAIŞê lê ne ji nêzîk ve dişopînin.

Pêkanîna ewlehiya navxwe û derve ya van herêman û parastina hemû delîlên li wir xwedî giringiyeke mezin e."

Swêd xwe wekî endameke çalak a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê pênase dike.

Her wiha diyar kir ku ji sala 2025an ve Sûriye jî endama Koalîsyonê ye û di têkoşîna li dijî DAIŞê de roleke girîng dilîze.

"Sûriyeyeke giştgir"

Wezareta Karên Derve ya Swêdê da zanîn ku di hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re, wan bi berdewamî tekezî li ser avakirina "Sûriyeyeke giştgir" kiriye ku ji bo her kesî ewle be, bêyî ferqa dîn û nijadê.

Wezaretê her wiha got, “Em li ser parastina mafên mirovan ên hemû Sûriyeyiyan, Kurd jî di nav de û hesabpirsîna tawanan disekinin."