Parlamenterê Almanyayê Karl Lauterbach: Divê em Kurdan biparêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Karl Lauterbach bangî hikûmeta welatê xwe kir û xwest ku ji bo parastina Kurdan zêdetir hewl bide û got, “Divê em Kurdan biparêzin.”

Karl Lauterbach her wiha bal kişand ser rewşa Kurdan û diyar kir ku ew di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên wan bûn.

"Neheqiyeke mezin li Kurdan tê kirin"

Parlamenterê Almanyayê Karl Lauterbach ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku neheqiyeke mezin li Kurdan tê kirin û got:

"Bi baweriya min gelekî girîng e ku em qebûl bikin ku neheqiyeke mezin li Kurdan tê kirin.

Kurd di şerê dijî DAIŞ û terorê de hevpeymanên me bûn. Lê ew niha bê parastin hatine hiştin, êrişî jin û zarokan tê kirin û dimirin."

"Pêdiviya Kurdan bi çavdêriya me heye"

Parlamenterê Alman destnîşan kir ku divê ew hevpeymanên xwe biparêzin û wiha domand:

"Pêwîst e em hevpeymanên xwe yên berê di rewşeke wiha awarte de biparêzin.

Loma jî divê ji hikûmeta Almanyayê were xwestin zêdetir xwe bi vê pirsgirêkê re mijûl bike.

Ji aliyê mirovî ve jî rewşeke gelekî hestiyar e, pêwîstî çavdêriya me heye."

"Tundiya li dijî jin û zarokan nayê qebûlkirin"

Karl Lauterbach bal kişand ser girîngiya dîplomasiyê û wiha pê de çû:

"Pêwîst e em bi rêya dîplomasiyê tevbigerin û hikûmeta Almanyayê wê yekê di dan û standinên tên kirin de dike.

Lê divê em wekî parlamenter ji raya giştî re jî ragihînin ku tundiya li dijî jin û zarokan qet nayê qebûlkirin.

Ev binpêkirina yasaya niha ye. Divê em hevxemiya xwe diyar bikin."