Fransa: Rêkeftina HSD û Şamê gaveke mezin e

Hewlêr (Rûdaw) -Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, rêkeftina HSD û Şamê wekî "pêngaveke mezin" ber bi yekrêziya neteweyî û "aramiya Sûriyeyê" pênase kir.

Rêkeftina ku beşek ji wê bi navbeynkariya hewlên dîplomatîk ên Fransayê û li ser bingeha çarçoveyên berê yên Amerîkayê hat kirin, li Şamê di navbera Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin.

Barrot li ser tora civakî X nivîsî, "Ev garantiyên siyasî û ewlehiyê dide hevkarên me yên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de, hêzên wan tevlî artêşa Sûriyeyê dibin û dezgehên wan tevlî birêvebiriya sivîl dibin û mafên wan tên naskirin.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî cuda pîrozbayî li her du serkirdeyan kir û rêkeftin wekî “rêxweşker ji bo agirbesteke mayînde û tevlîkirina aştiyane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk" bi nav kir.

Serokkomarê Fransayê soz da ku Fransa dê piştgiriyê bide pêkanîna rêkeftinê û ducare kir ku ew piştgiriyê dide "Sûriyeyeke xwedî serwerî, yekgirtî û aram" ku rêzê li hemû pêkhateyan bigire û rûbirûyî terorê bibe.