TAYBET - Lindsey Graham: Jibîrkirina Kurdan ji bo Amerîkayê şermezarî ye

Washington (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê Lindsey Graham ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Li Kongreyê piştgiriyeke bihêz heye ji bo ku Kurdên Sûriyeyê rastî komkujiyê neyên."

Lindsey Graham da zanîn ku Kurdan di şerê DAIŞê de qurbanîyên mezin dane û got:

"Terikandina wan ji bo Amerîkayê şermezarî ye.

Nabe her çareseriyeke ji bo paşeroja Sûriyeyê, bi kuştina Kurd û Durziyan were kirin."

Senatorê Komariyan Lindsey Graham, di bersiva pirsa Rûdawê de got:

"Piştgiriyeke bihêz a her du partiyan (Komarparêz û Demokrat) heye ji bo piştrastkirina ku ew Kurdên ku ji bo têkbirina DAIŞê alîkariya me kirin rastî komkujiyê neyên."

Lindsey Graham amaje pê kir, Kurdan beşa herî zêde yê şerê têkbirina DAIŞê li ser milê xwe girt û got, "Terikandina wan dê şermezarî be ji bo welatê me û ew vê heq nakin."

Bangî Tirkiyeyê kir

Senatorê Amerîkayê her wiha hişyarî da Tirkiyeyê ku "Serok Trump şermezar dermexin" û tundiyê wekî çareseriyê bi kar neyînin.

Her wiha eşkere kir ku wî bi berpirsên Siûdiyê re gotûbêj kiriye û ragihand: "Siûdî hewl dide rewşê hêwir bike û dixwazin alîkar bin."

Graham behsa projeyasaya "Parastina Kurdan" (Save the Kurds Act) kir ku wî roja pêncşemê li gel Senatorê Demokrat Richard Blumenthal pêşkêş kirine.

Armanca vê projeyasayê ew e ku eger êrişên li ser HSDyê berdewam bikin, sizayan li ser berpirsên hikûmeta Sûriyeyê, dezgehên darayî û her kes û aliyekî biyanî ku alîkariya leşkerî yan darayî didin Şamê bisepîne.

"Kurd li wir bûn"

Graham li ser rola sereke ya Kurdan a di şerê li dijî DAIŞê de got:

"Ew li wir bûn û beşa herî zêde yê şerê têkbirina DAIŞê wan kir."

Li gorî Graham, terikandina Kurdan di vê demê de baweriya Amerîkayê û aramiya herêmê dixe metirsiyê.

Senator Graham ji Rûdawê re got: "Her çareseriyeke ji bo paşeroja Sûriyeyê, nabe bi kuştina Durzî û kuştina Kurdan be."

Projeyasaya "Parastina Kurdan" piştgiriyeke bihêz a her du partiyan di Kongreyê de bi dest xistiye.

Proje ne tenê sizayan dide yên ku êrişî HSDyê dikin, di heman demê de rola hêzên Kurdan a di têkbirina DAIŞê nas dike û xalek jî tê de heye ku eger êriş rawestin, desthilatê dide Serokê Amerîkayê ku sizayan rawestîne.

Kampanyaya komkirina îmzeyan li ser malpera Change.org ji bo piştgiriya projeyasaya "Parastina Kurdan" dest pê kiriye û heta şeva înê, zêdetirî 150 hezar îmzeyan hatine komkirin.