Senator Slotkin: Em dixwazin hevkarên me yên li Sûriyeyê şer nekin
Washington (Rûdaw) - Senatora Amerîkayê Elissa Slotkinê got, “Em dixwazin hevkarên me yên li Sûriyeyê şer nekin.”
Me rewşa Rojavayê Kurdistanê ji senatorên Amerîkayê Lindsey Graham û Elissa Slotkinê pirsî.
Lindsey Graham peyama, “Jibîrkirina Kurdan ji bo Amerîkayê şermezarî ye” da û got:
“Nabe çareseriya ji bo paşeroja Sûriyeyê bi kuştina Durziyan û kuştina Kurdan be. Hikûmeta nû ya Sûriyeyê cihê gumanê ye.”
“Em naxwazin şer bikin”
Senatora Amerîkayê Elissa Slotkinê jî got:
“Eşkere ye ku min beşeke zêde ya pîşeya xwe di mijarên Rojhilata Navîn de derbas kiriye.
Em dixwazin Sûriye serkeftî be, lê em dixwazin hemû ew hevkarên me yên ku ji bo aramiya Sûriyeyê xebateke rijd kirine, bicivin, şer nekin û diyalogeke rasteqîn pêk bînin.”
#VÎDEO - Elissa Slotkin: Em dixwazin hevkarên me yên li Sûriyeyê şer nekin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 30, 2026
🎙️ Senatora Amerîkayê Elissa Slotkin ji Rûdawê re axivî#Rojava #USA pic.twitter.com/POzS4fcaFp