Ukrayna: Mînên di Deryaya Reş de hatine dîtin Rûsya belav dike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Ukraynayê îdîa dike ku ew mînên di rojîn 26-28ê Adarê de li nav avên Tirkiye û Romanyayê hatine dîtin, ne yên Hêzên Deryayî yên Ukraynayê ne.
Wezareta Derve ya Ukraynayê li ser malpera xwe ya fermî dibêje, hêzên serbazî yên Rusyayê sala 2014an dema bi awayekî demkî bajarê Sivastopol dagir kirin ew mînên deryayî ketine destê wan û niha bikar tînin, bi vî awayî dixwaze di qada navnetewî de li beramberî Ukraynayê aloziyan çêbike û bê rûmet bike.
Herwiha di daxwiyaniyê de tê gotin, Rûsya li tengavên Azak, Kerç û hemû Deryaya Reş bi zanebûn mînan belav dike û berî her tiştî li ser keştiyên sivîl û jiyana kesên sivîl a di deryayê de dibin gef.
Wezareta Derve ya Ukraynayê dibêje: "Rûsya ku dijî Ukraynayê dest bi şerekî berfireh kiriye hêzên wê yên deryayî, hinek caran keştiyên sivîlan desteser dikin û diteqînin, ji nav deryayê Ukraynayê bordûman dikin, van mînan jî rêbazeke rêgiriyê bikar tînin. Bikaranîna van mînan ku li nav deryayê belav dibin û encamên derkevin holê tenê yek berpirsê wan heye ew jî Rûsya ye."
Doh 29ê Adarê derbarê vê mijarê de Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye li ser hêjmara xwe ya Twitter daxuyaniyek belav kir û got: “Tîmên hewayî û avî yên girêdayî hêzên me yên deryayî, li rojavayê Derya Reş (avên nêzîkê Tengava Stenbol ) di çarçoveya lêgerîna mînan de, dest bi kar û xebatên xwe kirine.”
Berî vê jî li Îgnea ku dikeve ser sinorê Bulgarîstan û nêzîkî Tengava Stenbolê 2 mîn hatibûn dîtin û ji aliyê tîmên binavger ên artêşa Tirkiyê ve hatibûn teqandin.