Trump: Li Îranê rejîm guheriye û peyman nêzîk e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku li Îranê rejîm guheriye û ew nezîkî peymanê ne.

Donald Trump doh di balafira serokatiyê ya "Air Force One"ê de dema vedigeriya Baregeha Andrewsê ji rojnamegeran re axivî.

Donald Trump ragihand ku hêzên wan ên leşkerî derbên kujer li Komara Îslamî ya Îranê dane.

Trump diyar kir ku wan hêzên deryayî û asmanî yên Îranê bi temamî têk birine.

Wî her wiha da zanîn ku Tehran niha wekî nîşana "rêzgirtinê" bi dehan keştiyên petrolê dişîne û pêşbîniya peymaneke nêzîk kir.

Trump bal kişand ser pêşhatên dawî yên şer û şiyanên leşkerî yên Îranê.

"Hêzên deryayî û asmanî yên Îranê neman"

Trump qala operasyonên leşkerî yên Amerîkayê kir û got:

"Îro me gelek hedef têk birin. Hêza deryayî ya Îranê nema, hêza wan a asmanî nema. Em gelekî baş dizanin bê ma me çi kiriye, îro rojeke mezin bû."

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir ku Tehran di bin zexteke mezin de ye û wisa axivî:

"Me di nava sê rojan de 158 keştiyên şer û hemû hêzên deryayî û asmanî yên wan tune kirin û piraniya mûşekên wan jî hatin teqandin."

Trump eşkere kir ku pêwendiyên wan ên rasterast û nerasterast bi Tehranê re hene.

Wî qala wê yekê kir ku Îraniyan ji bo nîşandana niyeta xwe ya baş, biryar daye ku rêjeyeke zêde ya petrolê bişînin û got:

"Wekî nîşana rêzgirtinê, 20 keştiyên mezin ên petrolê dan me ku dê sibe serê sibehê di Tengava Hurmizê re bi rê bikevin. Berê jî 10 keştî şandibûn."

"Rejîm guheriye"

Yek ji peyamên Trump, derbarê "guherîna rejîmê" ya li Îranê bû.

Trump destnîşan kir ku ew kesên niha li Tehranê xwedî biryar in, ji yên berê cuda ne û got:

"Bi dîtina min guherîna rejîmê çêbûye. Rejîma yekem ku gelekî xerab û şerxwaz bû, ji holê rabû û hemû mirin.

Piraniya rejîma duyem jî mirin. Niha em bi koma sêyem re miameleyê dikin ku mirovên gelekî jirtir in."

Rexneyên li Obama û peymana nukleerê

Serokê Amerîkayê careke din êrişî Barack Obama û peymana nukleerê ya sala 2015an kir û got:

"Ew peyman, peymana herî xerab û ehmeqane bû ku welatê me îmze kiribû. Min dawî lê anî, eger na dê niha Îran bibûya xwediyê çeka nukleer.

Piştre me bi balafirên B2 êrişî wan kir û me rê li ber wan girt."

Trump di dawiya axaftina xwe de geşbîniya xwe ya ji bo gihiştina peymaneke nû nîşan da û got:

"Bi dîtina min dê di demeke nêzîk de peyman were kirin lê li gel Îranê mirov qet nizane.

Çimkî carinan em dan û standinan dikin û pişt re em neçar dimînin ku wan bombebaran bikin."