Almanyayê 70 ton çek û cebilxane ji Pêşmerge re şand
Dusseldorf (Rûdaw) – Artêşa Almanyayê eşkere kir ku 70 ton çek û keresteyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re şandiye û dê di nav çend hefteyên din de dîsa bişîne.
Li gorî malpera fermî ya Artêşa Almanyayê, di çarçoveya alîkarîkirina hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de balafirk tijî çek û keresteyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re hatiye şandin.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku ew çek û cebilxane destpêkê bo Bexdayê hatine şandin û ji wir jî bo Hewlêrê hatine veguhestin. Li gorî rêkeftina navbera Bexda û Wezareta Pêşmerge, ew çek û keresteyên leşkerî radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li ser naverok û curên wan çekan jî hatiye gotin ku ew barê çekan ku 70 ton e, zêdetir ji çekên rahênanê, rokêtên antî-tank ên Mîlan, 2 otomobîlên veguhestinê yên ji curê “Dîngo1”, 3 otomobîlên lihawarçûnê ji curê Unîmog, keresteyên yedek ên otomobîlên leşkerî û amûrên paqijkirina çekan pêk tê.
Li gorî nûçeyê, di nav wî barî de hinek çek hene ku îhtimala wê heye di şer de neyên bikaranîn, ew jî ev in: 80 tifingên G3 û 20 parçeyên wan ên yedek, 33 doşka ji curê G3 û 10 parçeyên wan ên yedek, 20 sîstemên Mîlan û 311 parçeyên wan ên yedek, 150 sîstemên Panzer Faust û 10 amûrên rahênana Panzer Faust ji curê navîn û 10 amûrên Panzer Faust ji curê giran û 30 parçeyên wan ên yedek.
Her wiha hatiye gotin ku di nav çend hefteyên bê de dê barek çek û cebilxaneya din ji Pêşmerge re were şandin.
Hikûmeta Almanyayê meha Tebaxa par biryar da alîkariyên mirovî bide Başûrê Kurdistanê û meha Îlona heman salê jî dest bi şandina alîkariyên leşkerî bo Kurdistanê kir.
Almanya heta niha 1500 ton çek û cebilxane û keresteyên leşkerî ji Pêşmerge re şandiye û li Kurdistan û Almanyayê jî hêzên Pêşmerge perwerde dike.
Dîngo
Unîmog