Li Hindistanê agir bi otelê ket: 15 mirî, 13 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kalkutaya eyaleta Bengeala Rojavayê ya Hindistanê li otelekê derket, li gorî agahiyên destpêkê 15 kes mirine.
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê, li Kalkutayê li hoteleke 6 qatî şewat derketiye.
Rayedaran diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê, di şewatê de 15 kesên ku di nav wan de 2 zarok jî hene mirine û 13 kes jî birîndar bûne.
Rayedaran ragihand ku şewat hatiye kontrolkirin û li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.