Grossi ji Rûdawê re got: Divê li cîhanê çekên atomê kêmtir bibin

New York (Rûdaw) - Birêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ya Atomê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku ji bo pêkanîna Rojhilata Navîn a bê çekên atomê, divê hemû welat pêbendî peymanên navneteweyî bin.

Grossi her wiha li ser hebûna uranyuma dewlemendkirî ya di asta çekan de hişyarî da.

Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdullah ji Rafael Grossi pirsî ka kîjan welat li pêşiya xeyala Rojhilata Navîn a bê çekên atom astengiya herî mezin e.

Birêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ya Atomê Rafael Grossi li ser vê pirsê wiha bersiv da:

"Ez destnîşankirin û anîna navê welatekî wekî welatê herî metirsîdar ê cîhanê, karekî guncav nabînim."

Grossi destnîşan kir ku kilîta çareseriyê di pêbendbûnê de ye û wiha domand:

"Tiştê ku guncav e were gotin ew e ku divê em hemû pêbendî Peymana Qedexekirina Belavkirina Çekên Atomê (NPT) bin.

Pêwîst e em ji bo cîhanekê bixebitin ku çekên atomê tê de kêmtir bin û di her rewşê de em rêzê li qanûnên navneteweyî bigirin."

Birêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ya Atomê amaje bi wê yekê jî kir ku ev yek ji wan mijarên girîng e ku divê sekreterê giştî yê nû yê Neteweyên Yekbûyî çareser bike.

Dilgiraniya li ser uranyuma li Îranê

Grossi li ser metirsiyên uranyuma dewlemendkirî ya ku tê gumankirin li Îranê hebe, dilgiraniya xwe anî ziman û got:

"Divê ev mijar were çareserkirin çimkî rêjeyeke zêde ya madeya atomê ya dewlemendkirî, di asta çêkirina çekan de (weapons-grade) ye."

Pirsên Rûdawê û bersivên Rafael Grossi:

Rûdaw: Gelo tu dikarî ji me re bibêjî ka kîjan welat li Rojhilata Navîn li pêşiya pêkanîna xeyala Rojhilata Navîn a bê çekên atomê astengiya herî mezin e?

Rafael Grossi: Destnîşankirina welatê A yan jî welatê Byê û gotina ku ew welatê herî metirsîdar ê cîhanê ye, bi dîtina min ne karekî guncav e. Bi ya min tişta guncav ew e ku em hemû pêbendî Peymana Qedexekirina Belavkirina Çekên Atomê bin.

Pêwîst e em ji bo cîhanekê bixebitin ku çekên atomê tê de kêmtir bin. Divê em di her rewşê de rêzê li qanûnên navneteweyî bigirin. Ev hemû mijarên gelekî girîng in û bê guman gelekî pêwîst e ku sekreterê giştî yê paşerojê wan çareser bike.

Rûdaw: Gelo ew uranyuma (ku tê pêşbînîkirin li Îranê hatibe veşartin) dikare were derxistin û ji nû ve were bikaranîn, an tu pê bawer î ku gihîştina wê nemimkin e?

Rafael Grossi: Nexêr, nexêr divê ev yek were çareserkirin. Ev mijar di çi rewşê de be bila bibe, rêjeyeke zêde ya madeya atomê ya dewlemendkirî di asta çêkirina çekan de ye û me heta meha Hezîrana 2025an ew kontrol dikir.