Donald Trump Elî Zeydî vexwend Koşka Spî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê namzedê Serokwezîriyê yê Îraqê Elî Falih Zeydî pîroz kir.

Trump bi fermî Elî Falih Zeydî vexwend Washingtonê.

Trump her wiha destpêka "serdemeke nû ya mezin" di pêwendiyên navbera her du welatan de ragihand.

Zeydî dê biçe Koşka Spî

Ofîsa Ragihandinê ya namzedê Serokwezîriyê îro eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê li Elî Falih Zeydî geriyaye.

Trump di axaftina xwe de ji ber wî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû pîrozbahî lê kiriye.

Trump ji Zeydî xwestiye ku piştî temambûna karên pêkanîna hikûmetê, serdana Koşka Spî bike.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên stratejîk ên navbera Bexda û Washingtonê ya di warên cuda de kiriye.

Wan ducare kiriye ku dê hevkariya dualî ji bo çespandina aştî û aramiya li Rojhilata Navîn bidome.

Peyama Trump

Li hêla din, Donald Trump li ser platforma Truth Socialê peyamek belav kir.

Trump di peyama xwe de nivîsî:

"Ez ji ber namzedbûna wî ya wekî serokwezîrê bê yê Îraqê pîrozbahiyê li Elî Zeydî dikim!"

Trump destnîşan kir ku ew ji bo hikûmeta nû ya Îraqê serkeftinê dixwaze da ku paşerojeke geştir û dûrî terorê dabîn bike.

Serokê Amerîkayê di dawiya peyama xwe de geşbîniya xwe nîşan da û ragihand:

"Ev destpêka serdemeke nû ya mezin e di navbera neteweyên me de.

Xweşguzeranî, aramî û serkeftineke wisa ye ku berê mînaka wê nebûye."