Çîn: Angaştên derbarê Îranê ne rast in
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Zhang Xiaogang, ew îdia red kirin ku qaşo wan di dema şerê Îranê de pergalên parastinê û dron dane Tehranê.
Xiaogang destnîşan kir ku ev îdia "dezenformasyon" in û peyama wê yekê da ku ew amade ne hevkariya xwe ya leşkerî ya bi Îraqê re bi pêş bixin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Zhang Xiaogang li Pekîna paytext civîneke rojnamegeriyê li dar xist û pirsên Nûçegihanê Rûdawê bersivandin.
Zhang Xiaogang bersiv da pirsa li ser wan îdiayên raya giştî ya navneteweyî ku dibêjin Çînê piştgiriya leşkerî daye Îranê.
Wî diyar kir ku helwesta Pekînê ya di vê mijarê de zelal e.
Xiaogang bi bîr xist ku wan berê jî gelek caran bersiv daye van îdiayan û got, "Em bi tundî li dijî belavkirina zanyariyên şaş in."
Her wiha wî anî ziman ku ew nûçeyên dibêjin di dema şer de pergalên çekan ên bipêşketî dane Îranê rastiyê nîşan nadin.
Peyama hevkariya leşkerî ya bi Bexdayê re
Xiaogang qala pêwendiyên leşkerî yên Çînê yên bi Îraqê re û îhtîmala piştgiriya parastinê jî kir.
Wî destnîşan kir ku pêwendiyên Bexda û Pekînê li ser bingeheke dostane bi pêş ve diçin.
Xiaogang pirsa “Ka ew dê pergalên parastinê an jî dronan bidin Îraqê?” wiha bersivand:
"Pêwendiyên di navbera artêşên Çîn û Îraqê de dostane ne.
Her du alî jî pevguhertina leşkerî ya dualî û hevkariyê didomînin."
Xiaogang stratejiya birêvebiriya Pekînê ya di bazirganiya çekan a cîhanî de zelal û da zanîn ku welatî wî di mijara hinartina leşkerî de rêyeke gelekî hilbijêr û xwedî prensîb dişopîne.
Wî diyar kir ku Çîn her tim pêbendî "sê prensîbên bingehîn ên hinartina leşkerî" dimîne û bi welatên dost re hevkariyê dike.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê got ku armanca wan a sereke parastina aştî û aramiya herêmî û cîhanî ye.
Xiaogang her wiha eşkere kir ku Çîn dê li Rojhilata Navîn wekî aktorekî ku aloziyan kêm bike û wekî aktorekî hevsengker û avaker rola xwe bilîze.