Trump û Merz li ser Îran û Ukraynayê ketin qirika hev

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ducare rexne li Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz girtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku bila Friedrich Merz li şûna "destwerdana" di pirsgirêka Îranê de bala xwe bide ser bidawîanîna şerê li Ukraynayê.

Ev êrişa duyem a tund a Donald Trump a vê hefteyê ye ku li dijî Merz dike.

Ev yek rojek piştî wê yekê tê ku Trump gotibû ew li ser veguhestina bi dehan hezar leşkerên Amerîkayê yên li Almanyayê difikire.

Almanya hevpeymaneke sereke ya Amerîkayê ya di nav NATOyê de ye.

Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê nivîsî:

"Pêwîst e Serokwezîrê Almanyayê dema xwe ya zêdetir ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê xerc bike ku tê de bi temamî bêçare maye!"

"Bala xwe bide ser welatê xwe"

Trump her wiha destnîşan kir ku divê Merz ji bo "çêkirina welatê xwe yê wêran" bixebite, bi taybetî jî di pirsgirêka koçber û enerjiyê de.

Trump li pey çû û diyar kir ku divê Merz "kêmtir dema xwe ji bo destwerdana di karên wan kesan de xerc bike ku mijûlî nehîştina gefa nukleerî ya Îranê ne" û eşkere kir ku bi vî karî cîhan û Almanya jî dibin "cihekî parastî."

Sedema hêrsa Trump

Wekî ku xuya dike Trump ji daxuyaniyên roja duşemê yên Merz gelekî aciz bûye.

Merz gotibû ku di dan û standinên ji bo bidawîanîna şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, Tehranê Amerîka "asê kiriye."

Merz her wiha ragihandibû ku Washington nizane dê çawa ji wî şerî derkeve ku ketiye meha xwe ya sêyem.

Hevdîtina bi Putin re

Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê rojek piştî hevdîtina wî ya bi telefonê ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re tên.

Li gorî gotina Trump, wan di wê hevdîtinê de zêdetir bala xwe daye ser bidawîanîna şerê li Ukraynayê.

Hêzên Moskowê ji Sibata 2022yan ve êrişî Ukraynayê dikin.

Trump demeke dirêj e dibêje ku ew dikare bilez dawî li wî şerî bîne lê heta niha di vî warî de bipêşketineke berbiçav çênebûye.