Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kyivê Sergey Popko ragihand ku, Rûsan duh bi şev bi balafirên bêmirov êrîşek li dijî paytexta wî welatî bajarê Kyivê pêk anîn û got ku li navçeya Golosivskiyê ji ber perçeya li apartmanekê ket, kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kyivê Sergey Popko di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, artêşa Rûsyayê 3 caran êrîşa asîmanî li dijî Kyivê pêk anî û di qada asîmanî ya Kyivê de zêdeyî 20 balafirên bêmirov hatin daxistin.
Popko got ku êrîşên bi şev ji aliyên cuda wekî çend pêlan hatin kirin û wiha got, "Alarma asîmanî qedera 3 saetan dewam kir."
Popko destnîşan kir, ji ber ketina perçeyên dronan, li hin navçeyên paytext ziyana canî û madî çêdibe û got, "Li navçeya Golosîvskiyê ji ber ketina perçeyekê di herdu qatên dawîn ên apartmanekê de şewat derket, zêdeyî 20 kesî hatin texliyekirin, kesek hat kuştin, 3 kes birîndar bûn."
Di heman demê de Popko diyar kir, li cihê bûyerê xebatên lêgerîn rizgarkirinê didomin.
