Rûsyayê keştiya şer a Holandayê li Deryaya Reş bêzar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Holandayê, Rûsyayê bi wê yekê tohmetbar dike ku firoke û keştiyên şer ên wî welatî, keştiya şer a Holandayê li Deryaya Reş bêzar kirine.
Wezareta Berevaniyê ya Holandayê roja Sêşembê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku Keştiya Şer Evertsen Holanda bi erkekî li Deryaya Reş bûye, lê firokeyên şer ên Rûsyayê bi mûşekan keştî bêzar kirine.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Holandayê, ew keştî bi erkekî hevbeş ê asayî ligel Brîtanya û ligel Keştiya HMS a Brîtanî li wê navçeyê geşteke asayî kirine li sînorên avî yên Ukraynayê, lê firokeyên şer ên Rûsyayê mûşek avêtine derdora keştiyê û nehiştine li deverê erkê xwe cîbicîh bike.
Keştiya Holandî wê demê li sînorên avî yên nêzîkê herêma Kirimya bûye ku Rûsya ji 2014an ve wek sînorê xwe dizane û hefteya borî jî li heman navçeyê keştiyeke şer a Brîtanyayê bêzar kiribû. Lê Rûsya dibêje keştiya Brîtanî û keştiya Holandî jî sînorên avî yên Rûsyayê bezandine ku mebest jê sînorên avî yên Kirimya ne û Holanda û Brîtanya jî wek sînorê Kirimya dibînin.
Wezîra Berevaniyê ya Holandayê Ank Bijleveld di vê derbarê de dibêje, tevgera Rûsyayê û êrîşkirina ser keştiya Holandî karekî neberpirsyarane ye û têkildarî vê mijarê Holanda jî bersiv dide.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî dibêje, firokeyeke corê Su-24 û firokeyeke Su-30 ku firokeyên şer in rê li binpêkirina nêzîkê sînorên avî yên Rûsyayê girtine û keştiya Holandayê neçar kirine rêya xwe biguhere.
Rûsyayê ji 2014an ve Nîvgrava Herêma Kirimya ya Ukraynayê bi Rûsyayê ve girêdaye, ji wê demê ve wê navçeyê wek sînorê xwe dibîne, lê welatên Ewropa, NATO û Amerîka jî hê wê deverê wek sînorê Ukrayna dibînin û piraniya çalakî û manorên xwe yên serbazî li wê navçeyê bi hevahengiya ligel Ukraynayê dikin.