'Amerîka hemû partiyên Kurdî teşwîq dike ku bi hev re bixebitin'
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka Samuel Warburg ji Lûtkeya NATOyê ya ku li Îspanyanyê birêve çû beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser nêrîna Amerîkayê ji bo hewldanên Neçîrvan Barzanî yên nehîştina nakokiyên di navbera partiyên Kurdistanî de anî ziman, “Amerîka hemû partiyên Kurdî teşwîq dike ku bi hev re bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû Kurd û hemû Iraqî hêjayî hikûmeteke ku xizmetên bingehîn pêşkêşî wan bikin e.”
Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka Samuel Warburg di derbarê gefên Tirkiyê li ser deverên Til Rifet û Minbicê ji Rûdawê re got, Amerîka li dijî her aloziyekê ye li navçeyê û hemahengî û danûstandinên wan ligel hemû hevpeymanên wan li navçeyê berdewam in.
Samuel Warburg derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destnçşan kir ku ew naxwaze behsa danûstandinên dîplomasî bike.
Samuel Warburg dibêje, niha balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî hemû hewlên xwe dide ji bo ku careke din deng li ser dirêjkirin yan jî dubare vekirina deriyên gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê bêne dayin.
Samwuel Warburg got, “Îdareya Amerîka gelek zelal bû derbarê her aloziyekî li navçeyê, Amerîka li dijî her aloziyekî ye, dijî her êrîşekî ye li navçeyê, Amerîka li ser hemahengî û danûstandina li gel hemû hevpeymanên xwe li navçeyê berdewam dibe, li gel Iraqê û Tirkiyê, Amerîka dibîne ku niha tu sûdekî aloziyan li vê demê de tuneye.”
Samuel Warburg her wiha anî ziman, “Bê ku biçin nav hûriyên danûstandinên dîplomasî, Amerîka li ser hemahengî û hevkariya hemû hevpeymanên xwe yên kevin berdewam dibe, ji wan hinek kurdên Iraqê û welatên din. û Amerîka di heman demê de wek me çawa dît hêzeke Amerîka rêkarê li dijî kesekî ji grûpên tundrew li ser xaka Sûriyê stand, ji ber wê yekê jî Amerîka li ser hemahengiya li gel hevpeymanên xwe yên herdemî li navçeyê li dijî terorê û ji bo bihêzkirina asayişa navçeyê berdewam dibe.”