Koşka Spî: Trump îro ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê biryarekê derdixe
Washington (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ji Rûdawê re got, “Serok Trump dê îro ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê biryareke serokatiyê derxe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump gulana îsal di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de ragihandibû ku Amerîka dê hemû cezayên li ser Sûriyeyê rake.
Trump wê demê bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re hevdîtin kiribû.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya li ser mijarê bersivand.
Karoline Leavittê ragihand ku Donald Trump îro ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê biryarekê derdixe.
Ev çend meh in hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxwazê ji birêvebiriya Trump dike ku cezayan li ser wan kêm bike.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê meha borî rênimayên fermî yên ji bo kêmkirina hinek cezayên li ser bank, kompanyayên asmanî û Ehmed Şer bi xwe derxistibûn.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku ew tedbîr ji bo handana veberhênana li Sûriyeyê ne û got:
"Wekî ku Serok Trump soz dabû, Wezareta Xezîneyê û Wezareta Karên Derve dê destûran ji bo handana veberhênanên nû yên li Sûriyeyê bi cih bînin.
Divê Sûriye jî ji bo bibe welatekî aram û aştîxwaz û karên xwe bidomîne."
Hikûmeta nû ya Sûriyeyê cezayan wekî sedema nekarîna dayîna mûçeyên karmendan, avakirina bajarên wêranbûyî û jinûveavakririna sîstema tenduristiyê dibîne.
Tirkiye û Erebistana Siûdî ku du hevpeymanên Amerîkayê ne li herêmê, piştgiriyê didin asayîkirina pêwendiyên Amerîkayê yên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berê ragihandibû ku sivikkirina cezayan bi çend mercan ve girêdayî ye.
Li gorî ku Rubio gotibû, hinek ji wan mercan “derxistina hemû çekdarên biyanî”, “radestkirina wan kesên ku Washington wan wekî terorîstên Filistînî bi nav dike” û “alîkarîkirina Amerîkayê ji bo rêgirtina li ber jinûveserhildana DAIŞê” ne.
Piraniya cezayên giran di du dehsalên borî de ji ber binpêkirina mafên mirovan û piştgirîkirina komên ku Amerîka wan wekî rêxistinên terorîst bi nav dike li ser desthilata Esed hatibûn sepandin.
Divê were gotin ku cezayên yekemîn vedigerin sala 1979an, dema ku Sûriye wekî "dewleta piştevana terorê" hatibû destnîşankirin.